3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dara Guzê

Gelo ez ji bo çi behsa dara guzê dikim? Dara guzê û guz di jiyana min de cihekî taybet digirin. Kî çi dibêje bila bibêje lê ew ji bo min bi qiymet e. Min di jiyana xwe de her tim dixwest dareke wisa li ber derê mala min hebe. Gelek kes dibêjin li bin dara guzê runiştandin baş nîne, ew bîhna xwe ya xerab diavêje li ser merivan. Nizanim bereketa malê direve, zevî genim nagrin, dirêj dikin û dirêj dikin. Heyra bereketa mala min direve kî derê?

Ez jî nizanim, heta niha ez çend caran li bin dara guzê runiştime û ketime xewê! Ez bi xwe bawer im ji ber vê yekê heta niha tu tişt ne ji bereketa mala min kêm bûye û ne jî zeviyên min bêgenim mane. Ew derewên tiroviro serê merivan diêşînin.

Îca cîranekî min heye, navê wî Tahir e, lê dema diçe postexanê, nexwaşxanê û cihê din ew ji xwe re dibêje ‘Tahîr’ pir hez dike em bi wî navî gazî bikin. Ne tenê ez, hemû gundî zimanê wan lê nagere bêjin ‘Tahîr’. Ji bo dilê wî xweş bibe em wisa gazî wî dikin û dibêjin: ‘Tair’. Pir hêrs dibe û tiştekî em bikin jî tune ye.

Dawiya biharê û serê havînê ye, dara li ber derê mala wî pelên xwe vekirine, hema hêdî hêdî guz jî biçuk xuya dikin. Nayê bîra min, dema borî cîranekî min ji min re gotî bû; ger tu bi pelên dara guzê porê xwe bişo, her roj wê porê te zêdetir dirêj û gur bibe.

Ez jî fikirîm, min ji xwe re got, ez herim hinek pelên dara guzê ya cîranê xwe bixwazim, bila çend pelan bide min. Ez çûm ber derê wî, min gazî wî kir û ya dilê xwe jêre got. Min dît rûyê xwe tirş kir, wisa demekê fikirî dû re got: Ez nikarim pelên darê ji bo porê te yê tuneyî jê bikim, bi vî emrê te tu carê porê te dernakeve, vêya ji bîr bike. Bi van gotinên wî ez di cihê xwe de sar û posîde mam, çiqas dilê min jê şikest, çiqas dilê min jê ma, ez nikarim bibêjim.

Min got: Dibe ku gotinên te rast bin jî lê ji te re şerm e ku tu van gotinan ji jineke weke min re dibêjî. Xwezî ez qet nehatama ber derê te û min ev gotinên te yên sosret nebihîstana. Ez bi poşmanî vegeriyam mala xwe û ji xwe hêrs bûm ku çima çûm ber derê wî…

Di navberê de çend roj derbas bûn, min dît Tair qet li derdora malê xuya nake, min gazî cîrana xwe kir, ka em herin binêrin, gelo nexwaş e, li malê ye yan na, gelo tiştek hat serê wî? Ez û cîrana xwe çûn ber derê mala wî, vir de û wê de li derdora malê çûn û hatin, tu deng tune ye, dû re me got ka em derê wî vekin û bikevin hundirê malê, dibe ku ji ber nexwaşiyê dengê wî jî dernakeve? Me derî vekir, em çûn aliyê oda runiştinê, min û cîrana xwe bi hev re kir qîrînî, ew di nava malê de ketiye û tenê em  nale nala wî dibihîsin. Me bi hawar gazî cîranên din kirin, hatin ew birin nexwaşxanê, ez jî pêre çûm ji ber ku kesekî wî tunebû.

Piştî çend rojan bi ser xwe ve hat, çavên xwe vekir, li min vegeriya û got: Te nifireke çawa li min kir ku ez wisa nexwaş ketim? Vê carê hêrsa min zêdetir bû, min got: Ger min nifir li te bikira niha tu di cihekî din de bûyî, ne li vê derê. Min li wir hişt û ez çûm. Paşê ew hat mala xwe, rojtira din min dît waye hatiye ber derê min, di destê wî de jî turikek heye û got: Ez bextewar im ku tu û hûn hemû cîranê min in, gava hûn tune bin, ez jî tune me. Turik tije pelên dara guzê bûn, niha  dema dara guzê pel digire, ew jî hinekan ji bo me diçine. Caranan guzan jî dide me…