18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Daraz li destê qirêj xwedî derdikeve’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay der barê geşedanên hefteyî de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, polîtîkayên AKP’ê şên şer, qeyrana aborî û tundiya li ser HDP’ê nirxand.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û wiha got: “Wekî hûn ji dizanin sala nû destpêkir. Lê sala nû jî li dijî partiya me bi êrişan dest pê kir. Roja beriya ku doza Denîz Poyraz bê dîtinin, mixabin dîsa li hemberî navçeya me ya Bahçelîevlerê êrişek pêk hat. Hevalên me birîndar bû. Dîsa desthilatdar wekî her carê êrişkar parast, ceza neda. Lêpirsinek kûr pêk neanî. Em sedemên vê yekê dizanin. Ji ber ku li vê welat hêzên qirêj li pişt van êrişkara ye û bi awayek van êrişkaran diparêze. Daraz jî xwedî li vî destê qirêj derdikeve. Dadgeh êrişkarên ku êrişa partiya me dikin diparêz e. Lê em bi tekoşîna xwe bi kar û xebatên xwe tu carî nahêlin ku ev êrişa li hemberî partiya me pêk hatiye nîvco bimîne. Em ê partiya xwe xurt bikin, em ê bi heval û hogirên xwe hesap bipirsin. Em hêza xwe ji gel û mîrateya xwe digirin. Heta aştî û demokrasî were vî welatî em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Bi van êrîşan nikarin me têk bibin. Em ê her tim li pêş we û faşîzmê bibin asteng.”

Li Tirkiyeyê girtigeh bûne wekî pençeşêrê

Ebrû Gunay li ser rewşa girtîgehan û daxwazên malbatên girtiyan jî rawestiya û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên bûne wekî kangrenê didomin. Li Tirkiyeyê girtîgeh bûne awêneya pirsgirêkan. Pirsgirêkên li girtîgehan didomin. Malbatên girtiyan ji Colemerêg, Wan, Edene, Mêrsîn, Amed û gelek bajarên Tirkiyeyê hatin Enqereyê. Dayikên ku zarokên wan girtî ne û nayên berdan hatin Enqereyê û daxwazên xwe anîn ziman. Li Enqereyê xwestin pirsgirêk bên çareserkirin û li muxataban geriyan. Lê mixabin Wezîrê Dadê guh nedan daxwazên dayikan. Dayikan xwestin daxwazên xwe bînin ziman. Lê polîsan dayik asteng kirin û tehamul nekir ku heqîqetê bînin ziman. Polîsan destûr nedan ku malbat bi Wezirê Dadê re hevdîtinê bikin. Malbatan bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kirin. Dayik dixwazin ku girtiyên nexweş bêne berdan. Dixwazin ku girtîgeh nebe goristan. Lê wezîrê dadê der barê daxwazên dayikan de tu gav neavêt û dayik bi tundiya polîsan re rû bi rû hişt. Ev di heman demê de awêneya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Bi tundiyê dixwazin van pirsgirêkan bincil bikin.”

‘Nikarin Tirkiye bi rêve bibin’ 

Gunay li ser sedema qeyrana aborî jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Ji ber nikarin Tirkiyeyê bi rêve bibin ev qeyrana aborî pêş dikeve. Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe can dişewitîne. Em bi zaman ketin sala nû. Di  şevekê de ji sedî 50 zem hat ser elektirîkê. Bi vê yekê buhayêheqê herî kêm bê wate hiştin. Ew li qesran di nava luksê de dijîn. Lê gelê Tirkiyeyê di nava tariyê de dijîn. Pêşerojek tarî ji gelê Tirkiyeyê hişt. Ev zem bandora xwe li her tiştî dike. Bêtir dibe ku gelê Tirkiyeyê bi birçibinûnê re rû bi rû bimîne.”

Tirkiye bûye welatê şer

Gunay, polîtîkayên şer ên hikûmetê  jî rexne kir û wiha axivî: “Li hundir û derve Tirkiye bûye welatê şer. Hikûmeta şer. Polîtîkayên şer pêş dixe. Me gelek caran ev anî ziman. Me li her derê li dijî van polîtîkayên hikûmetê helwesta xwe nîşan da. Me her dem ji şer re got na. Me berê jî gotibû ku Tirkiye bi polîtîkayên derve sûcê şer dike. Me gelek caran ev anî ziman. Endamê NATO û Nûnerê taybet ê DYA yê ji Sûriyeyê berpirsiyar ê berê James Jeffrey, anî ziman ku wan û Hikûmeta Tirkiyeyê bi hevre şerê Girê Spî pêk anî û îtîraf kir. 

Qeyrana aborî encama qeyrana siyasî ye

Qeyrana aborî didom e. Ev ji bo me ne tenê qrîza aborî ye. Di hemen demê de krîza siyasî ye, krîza rêveberinê ye. Ji ber ku desthilatdar nikare vê weletê bi rê ve bibe. Encamên wê wekî krîza aborî derdikeve holê. Sekna me diyar e. Lazim e ku ev hikûmet demildest îstifa bike dev ji vê karê berde.  Sûcê şer ji bo jin û zarokan dibe mirin û hêsirên çavan. Ev şer kêrî DAIŞ’ê tê.”