24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Darbeya siyasî gihişt merhaleyeke nû

Ev demek e dirêj e HDP bi êrîşê giran re rû bi rû dimîne û heta niha bi hezaran endam û rêveberên partiyê hatin binçavkirin û girtin. Dest danîn ser bi dehan şaredariyan, hevserokên giştî yên berê jî di nav de gelek parlamenter hatin girtin û parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari hat betalkirin û herî dawî jî parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglu hat betalkirin.

Şerê taybet ku li hemberî HDP’ê hatiye destpêkirin gihişt merhaleyeke nû û vê carê jî doza girtina partiyê ji HDP’ê re hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ji bo HDP bê girtin serî li Dadgeha Makeqanûnê da.

HDP: Ev darbeyeke nû ye

Piştî ku doza girtinê hat ragihandin hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar demildest bertek nîşanî biryarê dan û gotin ku ev darbeyeke nû ye û dê berxwedana xwe ya demokratîk bidominin û li hemberî zextan serî natewînin.

AA û çapemenî berdevkiya êrîşan diikin

Balkêş e îdianameya girtinê ku hêj negihiştiye HDP’ê ji aliyê Ajansa Anadolu ve het weşandin û tê gotin ku der barê 600 kesî de biryara qedexeya siyasetê were dayîn. Li gorî xala 69’emîn ya Dadgeha Makeqanûnê li şûna ji binî ve girtinê  dibe ku alîkariya aborî were birîn û an jî cezayên cûda bên birîn. Jixwe div an demên dawîn de di çapemeniya tirk de rojeva sereke HDP ye, her roj beyî ku mafê axaftinê bidin HDP’ê têkildarî HDP’ê û hilbijêrên deng didin vê partiyê nirxandinan dikin.

Li medyaya civakî rojeva sereke ye

Piştî ku biryara girtinê hat ragihandin gelek kesan li ser medyaya civakî piştgirî dan HDP’ê û bertekên tund nîşanî AKP’ê dan. Parlamenter, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger jî di nav de gelek kesan nêrînên xwe parve kirin.

Nûnerên partiyên hatine girtin axivîn

Ji salên 1990’î heta niha gelek partî hatin girtin lê kesên ku partî girtin bi ser neketin û partiyên ku hatin girtin bêtir xurt bûn. Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û gotin ku kesên dixwazin HDP’ê bigirin dê nikaribin bi ser bikevin. Bi kurtasî çend gotinên wan parve bikin.

Hatîp Dîcle yê Serokatiya Giştî ya DEP’ê birêve dibir diyar kir ku kokên partiyên wan pir saxlem in û wiha dibêje: “Qet û qet wê bi ser nekevin. Em wek dewama 30 salên dawî ne. HDP jî li ser van kevnşopiyan bilind dibe. Me di wê serdemê de çawa li ber xwe da û em çawa ji girtîgehê derketin û me têkoşîna xwe dewam û mezin kir wê dîsa wisa bibe. Girtina HDP’ê wê wisa ne hêsan be. Wê gelê me li ber xwe bide. Bila gumana kesî di vî warî de nebe. Wê kêfa wan di qirika wan de bimîne. HDP loqmeyek ji hesin e û yên bixwazin wê daqûrtînin wê diranê wan bişikîne.”

Girseya hilbijêran baqî ye

Serokê Giştî yê DEHAP’ê yê berê Tuncer Bakirhan wiha got: “Dibe nav, mekan û remza wê biguhere lê wê di şûna wê de gelek partî werin vekirin. Lê belê girseya hilbijêran baqî ye. Zext û zordariya li ser partiya me hin bêtir xelkê bi hêrs dike û li dora me dike xelek. Ew dikin ku hin bêtir gel xwedî li partiya me û xwe derkeve.”

Dema HADEP hat girtin Hamît Geylanî jî Sekreteriya Giştî dikir û wî jî ev tişt anî ziman: “Her cara ku partiyek me hat girtin gelê me ji nûve zindî bû û li ber xwe da. Heta têkoşîna xwe mezin kir û heta van rojan hat. Ji ber vê yekê vekirina doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriyê wê tu tiştekî nede destê Tirkiyê. Yên dixwazin HDP’ê bigirin jî wê bikevin çala yên partiyan girtin e.”

AKP’iyên berê jî bertek nîşan dan

Serokê Giştî yê partiya Deva Alî Babacan û Serokê Giştî yê partiya Gelecek Ahmet Davutoglu bertek nîşanî doza girtina HDP’ê dan.  Yek jî jê avakerê AKP’ê ku niha parlamenterê CHP’ê ye Abdullatîf Şener balkişand ser zextên ku AKP li darazê dik û got ku hêzên partiyan digirin di zorê de dimînin.