19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daristana Pîrêjmanê 3 roj in dişewite

Li gundê Pîrêjmanê yê Pîrana Amedê daristan 3 roj in dişewite. Welatiyan anîn ziman ku 3 roj berê agir bi daristanê ket û agir 1 kîlometre nêzî gund bûye.  Niha gundiyên Pîrêjmanê bi talûkeyekê re rû bi rû ne. Welatiyê Pîrêjmanê Huseyîn Esen Eser, têkildarî şewata daristanê agahî dan û anî ziman ku di 7’ê îlonê de saet li dara 13.00-14.00’an li qada daristanê teqîneke mezin çêbû û piştre balafirên şer hatin qad bombe kirin.

Eser, da zanîn ku roja ewil welatiyan xwest biçin agirê bi daristanê ketiye vemirînin, lê panzêrê hat rê girt û destûr neda welatî mudaxaleyî şewatê bikin. Eser, diyar kir ku heta îro jî qada daristanê dişewite û wiha got: “Piştî agir bi daristanê ket, qada Kerr Balolan, Gumê Çalê, Lonê, Şexler, Kelkeçe tev şewitîn. Duh êvarî 2 helîkopter hatin li qadê gule reşandin û çûn. Niha li qadê daristan hêj dişewite. Di nava rojê de yekîneyên agirkujê hatin qadê û destûr nedan ku agir derbasî qada rezan bibe. Lê mudaxaleyî agirê daristanê nekirin. Gundiyan agahî da walîtiya Amedê. Lê tu agahî ji walîtiyê nehatin. Daristan hêj dişewite. Darên ku şewitîn darên berû û darên çamê ne.”