24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Daristanan dişewitînin qeleqol û qereqolan çêdikin’

Operasyonên leşkerî yên di mehên bihar û havînê de hatibûn destpêkirin, di mehên payîzê de hatin zêdekirin û operasyonên nû hatin destpêkirin. Herî dawî wezareta karên hundir ragihand ku bi beşdariya 2 hezar leşker, polîs û cerdevanan li bejahiyên bajarên mîna Sêrt, Şirnex, Wan û Colemêrgê operasyonek berfireh a leşkerî hatiye destpêkirin.

Di van operasyonan de bi ser gelek gundên herêma operasyonê de tê girtin û gelek gundî tên binçavkirin. Her wiha bi van operasyonan re bi aweyekî zalimane xwezaya Kurdistanê jî tê talankirin; daristan tên şewitandin û destûr nayê dayîn ku şewata daristanan bi rojan bê vemirandin. Ev jî dibe sedem ku bi sed hezaran dar bişewitin.

‘Xwezaparêzî tune ye’

Ne tenê li bakurê Kurdistanê li gelek deverên Tirkiyeyê jî ji aliyê hin derdoran ve darsitan tên şewitandin û deverên gelek mezin ên bidaristan tên tunekirin. Herî dawî li Hatayê şewateke mezin derket û herêmeke mezin a daristanên Hatayê şewitî. Ev di nav raya giştî de bû sedema nîqaşan û hat angaştkirin ku ev şewat ji aliyê kesên dewlemend ve bi zanebûn hatiye derxistin.

Berdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli, der barê şewitandina daristanan û talankirina xwezayê de ji rojnameya me Xwebûnê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Işikli ku bi xebatên parastina Hewselê dest bi xebatên xwe yên ekolojiyê kiriye, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di civakê de hişmendiya xwezaparêziyê qels e û ew dixwazin hişmendiya xwezaparêziyê di nav gel de belav bikin.

Komkujî pêk tînin

Işikli diyar kir ku divê şewitandina darekê hemû mirovan biêşîne û di axaftina xwe de bal kişand ser şewitandina daristanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha got: “Dixwazin komkujiya ku li geliyê Zîlan li ser mirovan pêk anîbûn, îro li ser xwezayê jî pêk bînin lê em li dijî vê politikayê disekinin û ji bo vê dixebitin. Em dixwazin bi  xebatên xwe şewat û talankirina daristanan bikin rojevê û rê li ber bigirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Işikli, polîtikayên dewletê yên der barê talankirina xwezaya heremê de bi bîr xist û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Li Kurdistanê, li şûna daristanên tê şewitandin, niha qeleqol û qereqol tên çêkirin. Li bajarên Tirkiyeyê yên mîna Mûgla û Hatayê jî bi armanca ku otelên nû bidine çêkirin daristanan dişewitînin.”

Rapora talankirinê

Der barê xebatên ku li dijî talankirina xwezayê dikin jî Işikli ev agahî parve kirin: “Em hewl didin xwe bigihînin her dera cîhanê; li ku dera cîhanê talan li ser xwezayê hebe em li dijî wê disekinin. Me bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê re der barê  şewata daristanan de di navbera salên 2010-2015’an de rapor amade kirin. Îsal jî em çûn gundên li herêma Cûdiyê, bendavên ku li Zîlanê tên çêkirin û Mûnzûrê.”

Işikli di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîgingiya xwezaparêziyê û ev tişt got: “Xebatên ekolojiyê ne tenê parastin e, her wiha teşhîrkirina pergala modernîteya kapîtalîst e, loma divê herkes xwe wek xwezaparêz bibîne û ji bo vê yekê bixebite. Em dixwazin, êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê pêk tên, li aliyê Tirkiyeyê jî bên zanîn û bertek bên nîşandan.”