spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daristanên Kurdistanê dişewitînin

Di meha tebaxê de li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê agir bi daristanan ket. Li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê, navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, navçeya Elkê ya Şirnexê, Çiyayê Cûdî yê Şirnexê û navçeya Hozat a Dêrsimê agir bi daristanan ket. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku piştî operasyonên leşkerî an jî topbaranê agir bi daristanê dikeve. Welatiyên ku dixwazin şewata daristanan vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.
Li qada daristanê ya li nêzî çiyayê Gomanê ku nêzî gundê Nêrkole yê bi ser navçeya Şemzanînê ve ye agir bi daristanê ketiye û daristan dişewite. Di 17’ê tebaxê de agir bi daristanê ket. Leşker nahêlin ku gundî jî mudaxale bikin. Serokê Yekitiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn li ser medyaya sanal banga vemirandina şewatê li saziyên rayedar kir.
Li gundê Batê yê navçeya Midyada Mêrdînê agir bi daristanê ket. Piştî gundiyan mudaxale kirin şewat vemirandin. Şewatê bandor li 50 donim erdî kir.
Li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket.
Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî agir bi daristanê ket. Ji ber ku leşker destûrê nadin welatiyan, agirê bi daristanê ketiye belav dibe.
Li navçeya Hozanê ya Dêrsimê jî piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. Şewata daristanê didome. AMED