25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daristanên Setkar û Geliyê Tiyarê dişewitin

Daristanên li herêma Setkarê ya Elkê û Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê dişewitin.

Li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebaran leşkeran di 13’ê tebaxê de agir bi daristanê ket. Agirê ku bi daristanê ket, belav dibe. Welatî dixwazin mudaxileyî şewatê bikin. Lê leşker destûr nadin welatiyan. Gundiyan diyar kirin ku agir belav dibe. Gundiyan bang li rayedarên agirkujê kir, lê encam negirtin. Leşkeran berê jî li heman herêmê şivan gulebaran kiribûn.

6 roj in daristana Geliyê Tiyarê û Guzareş dişewite

Li herêma gundê Guzareş a Gelîyê Tiyarê ya navçeya Çelê daristan 6 roj in dişewite. Welatiyan diyar kirin ku piştî leşkeran li herêmê gule reşandin agir bi daristanê ket. Welatiyan anîn ziman ku xwestin biçin agirê bi daristanê ketiye vemirînin, lê leşkeran destûr nedaye wan.

Agir di 9’ê tebaxê de bi daristanê ketibû. Leşker destûr nadin ku welatî biçin qadê. Walîtiya Colemêrgê ji 22’ê çileya 2021’an heta 31’ê kanûna 2021’an qat wekî “Herêma ewlehiya taybet” îlan kir. Ji ber vê biryara ketin û derketinê hatiye qedexekirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê