spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Darizandina rojnamegeran bêhiqûqî û polîtîk e’

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên piştî nûçeya wan a têkildarî du welatiyên îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin, 9’ê cotmeha 2020’an li Wanê hatibûn girtin. Danişîna ewil a her çar rojnamegerên girtî û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin, roja 2’yê nîsanê ye.

Her çar rojnameger ji ber nûçeyên têkildarî îşkenceya li Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin, bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” tên sûcdarkirin.

Parêzerên rojnamegeran beriya danişîna dê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 5’emîn bê lidarxistin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û banga xwedîderketina li rojnamegeran kirin.

Ekîn Yeter

‘Di dosyayê di tiştekî bibe sûc nîn e’

Parêzer Ekîn Yeter a endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku der barê muwekîlên wan de tu delîlên şênber nîn in û wiha got: “Em îdianameyê weke ‘astengkirina xebatên çapemeniya azad û di çarçoveya avakirina medyaya alîgir de qutifandina rojnamegeran’ dinirxînin. Di dosyayê de tiştekî ku weke sûc danîne pêşiya me nîn e. Darizandina rojnamegeran li dijî peymanên navneteweyî ye. Divê demildest rojnameger bên berdan.”

Mûrat Tîmûr

‘Dosya belegeyek siyasî ye’

Parêzer Mûrat Tîmûr jî destnîşan kir ku îdianame “belgeyeke hiqûqî” nîne lê “belgeyeke siyasî ye” û wiha got: “Heke kesekî bi sûcekî re têkildar bikin, divê sedema vê jî nîşan bidin. Sedema darizandina polîtîk jî bi vî şiklî ye. Lê dozger di îdenameyê de daxwaz û hêviyên xwe danîne holê. Dibêje ‘daxwaza min ji rojnamegeran ev e; divê bi hestên parastina dewletê nûçeyan çêbike, ya duyemîn jî divê nûçeyên spor û magazînê bên çêkirin, nekevin nav karên polîtîk. Rojnameger 6 meh in bi hincetên bêhiqûqî, neheq û polîtîk girtî ne. Ji bo ku rojnameger negirtî bên darizandin divê hemû dezgehên çapemeniyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kes vê dosyayê bişopîne.”

Bariş Oflaz

‘Ji ber nûçeyên xwe tên darizandin’

Parêzer Bariş Oflas jî diyar kir ku girtina rojnamegeran êrîşa li çapemeniya azad û pêkanîna polîtîkayên qutifandinê ye û wiha got: “Di îdianameyê de delîlekî şênber tune ye. Îdaname nîşan dide ku rojnameger ji ber xebatên xwe û şopandina nûçeyan tên darizandin. Hevdîtinên rojnamegeran ên di navbera wan de û ragihandina nûçeyan jî kirine sûc. Bi pêşbiryariyeke wisa îdianame hatiye amadekirin. Encama ji vê dozê derkeve wê nêzîkatiya darazê ya li azadiya çapemeniyê nîşan bide.” Oflas herî dawî banga xwedîderketina li rojnamegeran li her kesî kir.