18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxuyaniya Misrê ya der barê hevdîtinên bi Tirkiyê re

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî der barê hevdîtinên heyetên Misrê û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Şukrî diyar kir ku Misir dixwaze têkliyên xwezayî bi Tirkiyeyê re bên sazkirin, lê beriya wê hin mijar hene divê zelal bibin û çareseriyek ji wan re were dîtin.

Wezîrê misrî got ku ew hevdîtinên niha di navbera heyetên herdu welatan de çêdibin, gelek mijar tevî pirsgirêkan têne nîqaşkirin. Wezîr bibîr xist ku di serî de li seraloziyên li herêmê û bi taybetî li Sûriye, Lîbya û Behsa Spî nakokiyên mezin di nêrîn û nêzîkatiyên herdu aliyan de hene.

Şukrî destnîşan kir ku berê Misrê îşertên xwe yên ji bo sererastkirina têkliyên di navbera herdu welatan de rêz kiribûn êdî ne bi gotinê lê bi gavên pratîk ew nakokî dikarin werin çareserkirin û li ber sererastkirina têkliyên baş vebe.