Friday, Çile 28, 2022

Daxwaza hemû malbatan yek e

M. Alî Ertaş

Malbatên girtiyên nexweş ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çûn Enqereyê û bi dosyayekê daxwazên xwe bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re parve kirin. Partî û rêxistinên civakî soz dan malbatan ku daxwazên wan pêk bînin.

Malbatên girtiyên nexweş ên ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û  Stenbolê çûn Enqereyê, bi navendên HDP, EMEP, DEVA, SOL, CHP, Saadet, ÎHD, TÎHV û TTB’ê re hevdîtin kirin.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan li Enqerê di 4-5’ê çile de bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kirin. Malbatên girtiyan ewilî li meclisê beşdarî koma HDP’ê bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatan piştre li gel Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede û rêveberên HDP’ê yên Enqereyê jî bi malbatan re serdana partî û rêxistinên civakî kirin. Malbatan di hemû hevdîtinan de bi dosyayekê daxwazên xwe pêşkêş kirin û destnîşan kirin ku ev pirsgirêk ya hemû partî, rêxistinên civakî û ya tevahiya Tirkiyeyê ye. Partî û rêxistinên civakî jî malbat bi germî pêşwazî kirin û anîn ziman ku dê li ser pirsgirêkan rawestin. Nûneran destnîşan kirin ku ew pirsgirêkê wekî pirsgirêka xwe dibînin.

Ji parêzerên Partiya Çepgir Gîzem Ozdem, destnîşan kir ku daxwazên malbatan a edaletê ya daxwaza wan e ji bo edaletê bang kir ku têkoşîneke hevpar bê dayîn.

Di serdana CHP’ê de jî Cîgira Seroka Giştî ya CHP’ê Gulizar Biçer Karaca, anî ziman ku rojê nêzî 100 girtî ji girtîgehan nameyan ji wan re dişînin. Karaca anî ziman ku ji bo vê yekê hewldanên wan hene.  Malbatan piştî li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevditin kirin vegeriyan Amedê.

Me xwest pirsgirêka girtîgehan bibin Enqereyê

Keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî ku li gel malbatên girtiyan çû Enqereyê û li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kir li ser armanc û hevdîtinên hatin kirin nerînên xwe bi Xwebûnê re parve kir.

Bavê Herdem Merwanî Abdulhalîm Kirtay, li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtî ye. Heta niha li gelek girtîgehan maye û 30 sal in girtî ye. Kirtay yek ji girtiyên nexweş e û 73 sali ye. Heta niha gelek caran rakirine nexweşxaneyê û divê bi lez bê berdan. Keça Kirtay Herdem Merwanî, anî ziman ku malbatên girtiyan ên li Amedê 50 rojan wan bû li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirtin û wiha got: “Piştî 50 rojên Nobeda Edaletê ya Amedê me xwest êdî daxwazên xwe li Enqereyê bi  rêya dîplomasiyê bînin ziman. Me xwest pirsgirêka girtîgehan ku nêzî 2 salin bûye birîna kûr bû û hemû civak pê dieşand. Armanca girtina Nobeda Edaletê ew bû ku rewş û pirsgirêkên girtiyan bikeve rojevê. Pirsgirêka girtiyan nediket rojevê. Bi Nobeda Edaletê pirsgirêka girtiyan di rojevê de cihekî girîng girt. Lê vê yekê têr nedikir. Lê wekî malbatan me jî biryar da ku em ne tenê bikin rojev. Di heman demê de me xwest ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Di vê pêvajoyê de gelek partî, rêxistin û sazî li me xwedî derdiketin. Lê vê yekê têr nedikir. Ev kêm dima. Ji ber ku ev pirsgirêk ya tevahiya civakê bû.

Ev pirsgirêka tevahiya civakê ye

Herdem Merwanî da zanîn ku wan di serî de jî anî ziman ku ev pirsgirêk ne tenê ya malbatan e û wiha got: “Me di serî de destnîşan kir ku ev pirsgirêk netenê ya malbatê ya kurdan e. Ne tenê pirsgirêka çend partiyan e. Ev pirsgirêk ya hemû civakê, Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.  Daxwaza me ya sereke ewe ku girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin serbest bêne berdan. “

Hat dîtin ku daxwaza welatekî tev yek e

Merwanî, bibîr xist ku bi daxwazên girtiyên nexweş ^înfaza wan şewitî ye çûn Enqereyê û wiha got: “Ji gelek bajaran ên wekî Wan, Amed, Êlih, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbolê malbat hatin Enqereyê. Ji sedî zêdetir malbat hatin Enqereyê.  Li Enqereyê hat dîtin ku daxwaza welatekî tev yek e. Di serî de koma HDP’ê em qebûl kirin û pêşwazî kir. Me li meclisê daxwazên xwe anî ziman. Piştî van daxwazan me xwest bi meşek kin biçin ber Wezareta Dadê. Lê pirsgirêk derxistin û nehiştin em biçin Wezareta Dadê.”

‘Xwestin êrîşî malbatan bikin’

Merwanî da zanîn ku polîsan li ber Wezareta Dadê xwest êrîşî malbatan bikin û wiha berdewam kir: “Em ji bo ku em pirsgirêkê çareser bikin em çûbûn. Ji ber vê yekê me nexwest alozi derkeve. Em nehatin lîstikê wan. Diviya bû ku ev pirsgirêk bi Wezîrê Dadê re bihata axaftin. Diviya bû ku Wezîrê Dadê bi xwe gav avêtibûya. Me xwest bi meşek pir kin balê bikişînin ser çalakiya xwe û daxwazên xwe. Lê mudaxale kirin û gotin nabe. Pirsgirêk derxistin. Nêzî 20 deqîqeyan me niqaş kir. Lê destûr nedan em wezîr bibînin.

Lê ji ber destûr nedan, me dest bi hevdîtina gelek partî û rêxistinên civakî kir. Me ib Partiya Saadet, CHP û gelek partiyên din re hevdîtin kir. Me bi partiyan re daxwazên xwe parve kir. Me li wir anî ziman ku ev ne tenê pirsgirêka malbatan e. Dema me bi partiyan re hevdîtin kir, me dît ku ev pirsgirêk di rojeva  hemû partiyan de ye.

Rojê 100 name diçin ji CHP’ê re

Mînak dema em çûn CHP’ê gotin ‘Rojê 50-100 name ji mere tên. Girtî pirsgirêkên xwe ji mere dibêjin’ Partiya Saadetê û partiyên din jî heman tişt gotin. Lê kesên rêbertiyê ji vê yekê re bike û van pirsgirêkan bîne ziman tune bû. Me wekî malbatên girtiyan ev hevdîtin kirin ku ev yek bibe rojev. Me xwest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Gavek pir girîng û erênî bû.

Me ji rojeva xwe xist rojeva wan

Herdem Merwanî destnîşan kir ku bi van serdan û hevdîtinan pirsgirêk ji rojeva xwe xist rojeva Enqereye û wiha lê zêde kir: “Me pirsgirêka xwe kir pirsgirêka wan jî. Me got ev pirsgirêk pirsgirêkek giştî ye û divê hûn jî li ser rawestin. Wekî  ku ev tenê pirsgirêka kurdan e bi wî awayî dixwestin civakê bixapînin. Çûyîna me ya Enqereyê nişan da ku ev ne tenê pirsgirêka malbatan e. Ev pirsgirêk ya partiyên siyasî ye jî û divê ew jî li ser rawestin. Ev partî û rêxistinên me bi wan re hevdîtin kir nêzîkatiya wan gelek baş bû. Bi erênî nêzî me bûn. Gotin daxwazên we daxwazên me ye. Dosyayên ku me bi xwe re biribû me teslîmî wan kir. Ev dosya ji aliyê hiqûqnasan ve hatibû amadekirin. Daxwaz û pirsgirêkên girtiyan di dosyayê de bû. Van partî û rêxistinên me dosya dan wan gotin em ê vê dosyayê bi Wezareta Dadê û meclisê re parve bikin.  Wê bi partiyên xwe re parve bikin. Me dosya da hemû partî û saziyan. Me di vê dosyayê de pirsgirêkê hemû girtiyan û girtîgehan anîbû ziman. Hem me dosya radestî partiyan kir û hem me malbatên girtiyan yek bi yek daxwazên xwe anîn ziman. Me hem rewşa girtiyên xwe û hem jî rewşa zindanan anî ziman.

Aliyê siyasî, hiqûqî û dîplomasî kêm dima

Merwanî anî ziman ku malbatan her dem dianî ziman ku aliyê hiqûqî, siyasî û dîplomasî kêm e û wiha pêde çû: “Aliyê hiqûqî, siyasî û dîplomasî bi rastî jî tim kêm dima.  Me tenê bi çend malbatan nikaribû van pirsgirêkan bînin ziman û çareser bikin. Lê bi çûna Enqereyê ev pirsên ku me dixwestin bipirsin û bikin rojeva Enqereyê tev pêk hatin. Dîplomasiyek baş hat meşandin. Hiqûqnas bi mere hebûn. Nêzî 3 rojan me di aliyê dîplomasiyê û hiqûqê de karekî pir baş meşand.”

Me soz ji hemû pariyan girt

Me xwe gîhand hemû partiyan. Me xwest di aliyê însanî û wîcdanî de bi mere bin. Me soz ji hemû partiyan girt.  Lê dîsa nayê wê hateyê ku em ê bisekinin. Em ê dîsa vê meseleyê bişopînin. Kijan partî çiqas li soza xwe xwedî dertê em ê bişopînin. Ev partî û saziyên me ew dîtin dê çiqas li ser meseleyê bisekinin emê bişopînin. Me got em ê pêşiya vê yekê bernadin.”

Partiyên siyasî: Em îro çareser nekin dê sibê bê serê me jî

Me xwest girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û bi giştî pirsgirêkên hemû zindanan me yek bi yek anîn ziman. Wan jî aşkere gotin ‘em di ferqa van pirsgirêkan de ne’ Gotin malbat van pirsgirêkan tim bi mepere parve dikin. Lê pirsgirêk bi şexsî ji wan re diçû. Lê Çûna  me bû sedem ku pirsgirêk bibe meseleya giştî. Em bi rêxistinî çûn. Bû sedem ku cîddî nêzîk bibin û li ser vê meseleyê rawestin. Gotin ev pirsgirêk pirsgirêka me ye û ne tenê pirsgirêka partiyekê ye. Tevan gotin ku îro ev pirsgirêk li Tirkiyeyê çareser nebe dê sibê heman tişt bê serê me jî.”

Pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka Edaletê ye

Me xwe negîhant Wezîrê dadê, lê gelek partiyan soz dan me ku ew xwe bigînin wezîr û pirsgirêkê çareser bikin. Gotin em ê Wezîrê Dadê îkna bikin. Ev ji bo me girîng e. Ev hat dîtin ku pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka Edaletê ye. Ev pirsgirêka însanî û wicdanî ye. Di demên pêş de tê geşedanên şênber derkevin pêşiya me. Em ê jî bişopînin. Di meha pêş me de hin tişt dê bêtir şênber bibin.”

Hewldanên me dê li Amedê bidomin

Herdem Merwanî diyar kir ku dê hewldanên wan li Amedê jî bidomin û wiha bi dawî kir: “Hewldanên me dê li Amedê jî bidomin. Partiyên ku li Enqereyê me navendên wan ziyaret kir, em ê li Amedê jî bi partiyên wan ên li Amedê re hevdîtin bikin. Em ê hewl bidin ku partiyên vir zextan li navendên xwe bikin ku bêtir li ser rawestin. Em ê dîsa têkevin nava hewldanan û li Amedê hevdîtinên xwe berdewam bikin.

Hewldanên me dê li ser malbatên ku Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin bidome. Lê dema pêwistiyek hebe ew malbatên li bajarên din dijîn dê li bajarên xwe bi partî û rêxistinên din re hevdîtinan bikin. Dema pirsgirêk li Amed û Enqereyê bê çareserkirin, pêwistî bi xebatên li bajarên din jî namîne.

Hemû malbat amade ne

Eger ku pirsgirêk çareser nebe jî hemû malbat amade ne ku têkevin nava hewldanan. Hemû malbat dimêjin êdî bes e. Malbat pir tijî bûne. Dixwazin demek berî demekê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bertek hatine ber teqandinê.

Mirina kurdan erzan nîne

Bi rastî peyama ku ez kelecanî kirim ew bû. Hemû malbatan anî ziman ku miran kurdan erzan nîne. Hemû partî, rêxistinên civakî û beşên civakê ev fam kirin ku êdî girtî ne bi tenê ne. Dîtin ku mirina kurdan ne erzan e. Ev peyam aşkere bû. Ev peyam zêde kelecanê dide min.