20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza Şenyaşaran a edaletê hat gilîkirin

Di pêvajoya hilbijartinên 24’ê hezîranê yên 2018’an de, li navçeya Rihayê, Pirsûsê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi parêzvan û xizmên xwe ve çûbûn dikana malbata Şenyaşar û li dikanê êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn. Bi êrîşên li dikanê û nexweşxaneyê, Hacî Esvet Şenyaşar û her du kurên  wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin û di encama pevçûnan de birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî miribû. Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û bi daxwaza 150 sal ceza doz lê hatibû vekirin.

Hêsir ji bo edaletê

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê ev 21 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeda “Edaletê” digirin. Di heyama çalakiyê nobeda edaletê de, gelek kesan serdana malbatê kir. Gelek kesan bûyera kuştina Şenyaşaran bihîstibûn lê yên ku haya wan ji bûyerê tunebûn jî bi çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bûyerê agahdar bûn. Ji roja ku çalakiya malbatê dest pê kiriye heta niha, dayik Emîne Şenyaşar bi biryardarî û şiyana xwe ve çalakiya xwe didomîne. Dayik Şenyaşar her roj hêsirên xwe dibarîne û banga edaletê dike. Heta niha ji ber çalakiya xwe ew kurê xwe Ferît d caran hatin binçavkirin. Malbat diyar dike ku sebir û tebatiya wan ji ber bêedaletiyê nayê lê heta pêkhatina edaletê wê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin.

Karkeriya edaletê dikin

Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar ê ku ji êrîş û komkujiya parlamenterê AKP’ê xelas bû, bi dayika xwe re di nobeta edaletê de ye. Ferît Şenyaşar têkildarî rewşa çalakiyê ji Mezopotamyayê re axivî û got ku ew ji roja ku bûyer qewimiye vir ve, li edaletê digerin lê wan bi tu awayî edaletê li tu derê peyda nekiriye. Kur Şenyaşar diyar kir ji ber ku edliye cihê edaletê ye ew çalakiya xwe li vir dikin û wiha domand: “Destpêkê me xwest em çalakiyeke 24 saetî li dar bixin, lê ji ber rewşa diya min me bi navbeynkariya Baroya Rihayê biryar da ku em çalakiya xwe di navbera saet 08:00 û 17:00’an de bikin. Em mîna karmendan di saet 08:00’an de tên cihê çalakiya xwe û di saet 17:00’an de diçin mala xwe.”

Mirina xwe dane ber çavên xwe

Ferît Şenyaşar der barê nobeda xwe ya edaletê de ragihand ku ew dem bi dem tên astengkirin, lê ew bi biryar in ku çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Ev 21 rojên çalakiya me ne ku her cara em ji malê derdikevin em her tiştî didin ber çavên xwe. Wan ji me re astengî derxistin û em hatin binçavkirin lê me paş de gav neavêt. Encam ev e: eger nasnameya we ya parlamenteriyê hebe komkujî jî qanûnî ye lê dema em behsa komkujiya parlamenter bikin ev dibe sûc û ev sûc be em ê jî vî sûcî bidomînin.

‘Bêedaletî me teşwîq dike’

Şenyaşar destnîşan kir ku polîsan di heyama binçavkirinê de pirsa ‘kî we teşwîq dike?’ kirine û wan li ser vê yekê bertek nîşanî wan daye û wiha got: “Bêedaletî me teşwîq dike. Eger edaletek peyda bûbûya em ê nehatana vir. Temenê diya min di ser 65’an re ye, dilê wê ditengije, 24 saetan hêsir dibarîne, dema edalet pêk hat em ê biçin mala xwe. Cîhan tev dizane ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî çêbûye. Parêzer û welatî tên ber edliyeyê. Kesên ku haya wan ji komkujiyê tune ye dema em wan agahdar dikin metel dimînin. Naxwazin ji me bawer bikin, lê dema em delîlan derdixin nîşanî wan didin ew jî hêsirên xwe nagirin.”

Zextên siyasî li ser dozgeriyê hene

Ferît Şenyaşar di axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl û girseyî yên demokratîk û ev tişt anîn ziman: “Dawiya hefteyê edliye girtî ye lê em nobeda xwe didomînin. Serdozgerê Komarê yê Rihayê di bin zextên siyasî de ye, em vê dizanin. Me bi rêvebirên AKP’ê yên bajêr re hevdîtin kirin û wan qebûl kir ku parlamenterê wan komkujî kiriye. Wan komkujî şermezar kir û ew ê wekî gelê Rihayê careke din vî kesî bi tu awayî nexwazin. Gelê Rihayê jî dizane ku rastî çi ye lê rayedar û rêvebirên payebilind parlamenterê AKP’ê diparêzin.

‘Bila parêzer û serokên baroyê bibin çavdêr’ 

Şenyaşar têkildarî qedexeya walitiya Rihayê ya 15 rojan de got ku ji niha pê ve têkoşîna me dê bê navber bidome. Walitiyê biryara qedexeyê wergirtiye lê ew dê li dijî van qedexeyan û di peywendeke daxwaza mafên xwe yên demokratîk de têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha pê de çû: “Danişînek heye dê biryarek bê dayîn. Dozger û dadgerên ku dê di 2’yê nîsanê de biryarê bidin di bin zexteke mezin de ne. Ku bi vê biryarê jî edalet pêk neyê, ev ê bibe lekeyeke reş a dîroka hiqûqa Tirkiyeyê. Em dixwazin ku parêzer û serokên baroyan ên xwedî wijdan bila wekî çavdêr beşdarî danişînê bibin.” 

Li ser giliyê Ferît Şenyaşar hat binçavkirin

Ferît Şenyaşar li ser gilîkirina birayê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hat binçavkirin û der barê Şenyaşar de lêpirsîn hat destpêkirin. Midûrtiya Ewlehiya Navçeyê li ser gilîkirina birayê parlamenterê AKP’ê ji bo îfadeyê gazî Ferît Şenyaşar kir.

Têkildarî mijarê li ser rûpela malbata Şenyaşar a medyaya civakî wiha hat gotin: “Dengê dayika digirî û dilorîne, her tim dengê ken û gelaciya zaliman tepeser dike. Tu dikarî bi dîmenên montajkirî serokkomar bixapînî lê tu bi tu awayî nikarî gel bixapînî. Têkoşîna me ya ‘Edalet’ê di roja xwe ya 21’emîn de li emnîyetê didome.”