20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza şîrheraman a ji şîrhelalan!

Peyva şîrhelal peyveke gelek berbelav e li Kurdistanê. Ji kesên heqê karê xwe didinê re tê gotin. Lê mixabin di serdema me de ev kes kêm man e. Dema ku mijar bibe siyaset û qala siyaseta siyasetmedarên tirk a ji bo kurdan bê kirin tew bêhna peyva şîrhelal jî li holê namîne.

Lewre siyasetmedarên tirk di siyaseta xwe ya ji bo kurdan de şîrheram in. Yek ji wan bi şaşî jî ji bo kurdan tiştekî baş nafikire. Tenê hin caran ji bo berjwendiyên xwe yên siyasî hin gotinên ku xweşa kurdan biçin dibêjin.
Di rojên dawîn de serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî serî li vê rêbazê daye û dibêje, “Min biryar daye ku derkevim rêwitiya helalbûnê”. Peyva “helalbûn” her çiqas xwedî wateyeke erênî be û xweş bê pêşwazîkirin jî ji bo kurdan ev gotin nikare bê gotin.
Rêya Kiliçdaroglû li ser e

Heke bi armanca ku bi xweşiya kurdan biçe hatibe gotin, ev rêya ku Kiliçdaroglû li ser e ne tu rê ye. Heke ji bo kurdan serî li rêyeke wiha bê dayîn divê ev rê ne “helalbûn” be. Li şûna helalbûnê divê ev rê “helalkirin” be. Kurdan tiştekî ku xwe bidin helalkirin nekirine.
Ji roja ku partiya Kemal Kiliçdaroglû CHP hatiye avakirin ve zilm li kurdan hatiye kirin û heta niha jî tê kirin. Di navbera salên 1923 – 1946’an de ku CHP’ê bi tena serê xwe Tirkiye bi rê ve dibir kurdan her doza mafê xwe kiriye. Lê balkêş e pêşiyên siyasî yên Kiliçdaroglû li dijî kurdan komkujiyên herî mezin ên komarê pêk anîne.
Gelo ku mirov xwedî rabirdûyeke wiha be hewce dike ku mirov bibêje, ‘Ez ê derkevim rewîtiya helalbûnê.” Ji ber vê rabirdûya hovane ya partiya xwe divê Kiliçdaroglû destpêkê xwe bi kurdan bide helalkirin.

Hêlîna şîrhelalan

Heke Kiliçdaroglû şîrhelal bûna wê destpêkê biçûna Dersimê û ji bo darvekirina Seyîd Riza lêborîn bixwesta. Lê ji ber ku şîrheram e vê nake. Weke ku tiştên bi destê kesên mîna wî şîrheram bi serê kurdan de hatine ne bes bin, piştî van gotinên xwe “sozê” hilweşandina Qendîlê da.
Qendîl ji ber zilma li dijî civaka wan pêk hatiye bûye hêlîna bi hezaran şîrhelalan.
Her çiqas ne pêkan be jî Kiliçdaroglû dibêje ku wê vê hêlînê ji holê rake. Dema ku ev hêlîn jidil ji aliyê şîrheraman ve ji holê bê rakirin wê kezeba bi hezaran dayikan bê daxkirin.

Roja sindoqê

Gelo şîrheram ên ku hêlînê li şîrhelalan xera bikin û kezeba dayikên wan dax bikin bi kîjan rûyî qala “helalbûnê” dikin? Ji vê jî diyar e ku daxwaza “helalbûnê” heta roja ser sindoqê ye.
Lê divê bê zanîn ku çareserî ne di sindoqê de ye.
Çareserî ew e ku şîrheram xwe bi şîrhelalan bidine helalkirin û careke din li hilweşandinên ku wê dile dayikan dax bikin venegerin.