spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Daxwazên girtiyan bi cih bînin’

Endamên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendurîstî û Civakî (SES) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dewam dike de, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hat lidarxist.

Rêvebera ÎHD’ê Halîme Tunç diyar kir ku wan di meha tîrmehê de serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kirin û da zanîn ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne, rojê carekê tansiyon û giraniya wan tê pîvandin. Tunç destnîşan kir ku girtî bi derfetên xwe pêdiviyên xwe yên şekir pêşwazî dikin û wiha axivî: “Nêzîkatî û muameleyên xirab ên di girtîgehê de dewam dikin. Bi van nêzîkatiyên keyfî, mafên girtiyan tên binpêkirin. Ji bo parastina mafê jiyanî yê girtiyan em banga hestiyariyê li rayedaran dikin. Divê rewşa tenduristiya girtiyên nexweş her tim bê şopandin û tedawiyên pêwîst bên kirin.”

Tunç bang li Wezareta Dadê, sazî û dezgehên berpirsiyar kir ku bikevin nava tevgerê û wiha bi dawî kir: “Em bang li her kesî dikin ku bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin. Divê hêzên siyasî û rayedarên pêwendîdar hewldanên pêwîst bikin da ku kes zirarê nebîne û canê xwe ji dest nede. Ya sereke jiyan e. Em hemû sazî û rêxistinên pêwendîdar vedixwînin peywirê.”