Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Daxwazname

Min bipirse ji ewran, ji toza stêrkan, ji gulbehîvên xewnan. Min bipirse ji pisîkên kedîkirî, ji xemgîniyên ebedî û zivistanên goreqetiyayî. Ji min bipirse; pirsên nepirs!

Pirsên ji tîremar û sêncên beyanan. Pirsên kujer, pirsên kujerkuj, pirsên ji bermahiyên pêlavek sedsal berê ku ji lingê serhildêrek firiyabû li Kardoxyayê. Ji min bipirse; pirsên dîn û ji nîvşevên dîn, ji tiqetiqa cinên hîvek kurdistanî ku her kes kum û kolosê xwe jê re bilind dike.

Min bipirse! Min bipirse; ji ‘evînên awira dawî*’ û jiyana tim ewrewî. Ji çengek ax, ji kavilek li derdora wê “Bêkes” nivîsandî. Min bipirse; ji kolanên bi olan, ji lalîtiya kevirên li ser eniya miriyên sax, ji termê jiyanê yê li ser milên zindiyan. Min bipirse; ji asîmanê ku qet hembêz nake û erda ku qet tebatiyê nade. Ji gotina ku nikare ji bin ziman derkeve, ji zimanê ku xwediyên wî, her kêlî wî bi qurbana zimanê mijokdarên xwe dikin!

Min bipirse; ka gelo çi me, çawa me, li ku me? Kesera kîjan payîzê, bextê dînîtiya kîjan hespê, risteya kîjan sermestiyê me. Min bipirse, êdî min bipirse; ka kî me, di zikê kîjan nasnameya hût de vexwarî me, di bin bizmarên kîjan qefesa heyînê de zengarî me? Çavên min ji çi ne, guhên min ji çi?  Min bipirse êdî, min bipirse! Dilê min çengek berf e yan sotikek agir? Ji goşt û xwînê ye yan zingezinga delodîniya hebûnê?

Ji min bipirse; min, bi min, ji min bipirse ka ez çi dikim di bin goristana heyatê de? Çima dilê xwe dikolim, li qesr û qonaxên kurdîtiyê yên xirabe li defa kîjan hewarê dixim? Ji min bipirse ka ez çi dikim?

Çima wiha dikim zimezim li bin asîmanê tî û têrvexwarî? Çima bi neynûkên xwe keviran dikolim, bi dilê xwe axê? Ji min bipirse, çima hê jî di zaroktiya pêxwas de lêvên xwe dicûm, li deriyê cîranên xerîb dixim û direvim?

Min bipirse, min ji min bipirse, çi ne ev xeyalên ku min li pey xwe dikişkişînin? Ev sêdarên ji Şêxê Pîran, ev bejnên ku li asîmanê Mahabadê bi biharê xapiyayî wekî desmalên şanoyek şikestî li ba dibin çima dev ji min bernadin? Min bipirse; ji kulîlkên rûçikandî, çîrokên diziyayî, ji sermestiyên bi guleyên şiyariyê şikiyayî. Min bipirse ji destên nebûnê, kofiya serê pîrejinê, ji rêya trênê, ji êvara darek bi tenê. Li vir, li wir, li her derê, li ber her deriyê min bipirse. Îmzeyek bavêje binê mirinê, bila jiyan veciniqe, hesp siwarê xwe dîn bike, kurd azadiyê xitim bikin.

Ji min nepirse. Ne rewşê, ne sibeyê, ne îro, ne niha. Tu tiştî ji min nepirse. Ger tu bipirsî jî ez lal im. Wekî kevirek kurdî yê virvirandî, li bin bîra zeman dinalim. Qet nepirse!

*Evînên awira dawî: Navê pirtûka Walter Benjamîn e.