Rojnameya Heftane

Dayê ma ez hov bûm?

Adaptasyona Geziyê

Bêsiûdiya herî mezin a 13’emîn Bîenala Stenbolê (Dayê ma ez hov im?) ya ku di navbera 14’ê Îlon’ê-20’ê Kewçêra sala 2013’an de, bi kuratoriya Fulya Erdemciyê pêk hatibû, Berxwedana Geziyê bû, çi ku berxwedanê, ne bi tenê nexşerêya Erdemciyê, di heman demê de deprojeyên gelek hunermendên ku ji welatên dereke bo bîenalê hatibûne vexwendin, bi carekê re nebe jî, peyapeya veguherandibû. 13’emîn Bîenale Stenbolê, weke adapasyoneke pêwîst a ji rewşeke neasayî –û nepayîn–zayî, bi dû qirçeqirça havîneke çalak derketibû pêşberî xwazgîniyên xwe. Digel ku bîenal (li gorî ku Erdemciyê di kataloga bîenalê de dûvedirêj digot)1 , berî Geziyê hatibû vesazkirin jî, kar û bar û projeyên ku hîkariyê ji sirûşa (îlhama) estetîka ‘berxwedêr’ a Geziyê girtî, tev li bîenalê bûbûn. Bo mînak; pîşekar û hunermendê têgehî yê alman Christoph Schäfer yek ji wan hunermendan bû yê ku berhema xwe li ser Geziyê afirandibû (Park Fiction is Now Gezi Park Hamburg, June 16, 2013). Referansênberhema Jirí Kovandaku yek ji pêşewayên hunera têgehî (conceptual art) a Çekî bû, dîsan berxwedana Geziyê bû. Her weha, hunermendên wek Maya Ersan & Jaimie Robson jî, qala gotina serokwezîrê wê hingê dikir ê ku ji bo berxwedêran gotibû, “Oyuna gelme!”, li ser vê yekê Maya Ersan & Jaimie Robsonnavê berhema xwe berevajî vê gotinê danîbûn û hezkiriyên hunerê keremî lîstikê (dek û dolaban) kiribûn.

Nasnav di Geziyê de

Divêt vebibêjim wekî xwendinên kuratora bîenalê yên di der barê çalakiyên Geziyê de, siyaseteke ku xwe derî nasnavê dida der, destnîşan dikirin, pê re jî bîr û boçûnên ramanwerê fransî Jacques Rancière, yê ku li ser kêş û vekêşên nasnavên wek “negengazî” û “di navberê de mayî”dixebitî. Bi hizra Erdemciyê û gelekên ku wekî wê difikirîn, bi berxwedana Geziyê re, qadeke azadiyê vebûbû ku bi dû xwe re çalakiyine afirîner û forûmên gelemperî jî anîbûn. Yekem car, piştî forûmeke li Parka Cîhangîrê, em ji bo Medenî Yildirimê ku li Licê hatibû kuştin, bi kevnekuratorên bîenalê û hunermendên tirk re mil bi mil meşiyabûn, ev çalakî di henga meşê de jî bi min xerîb hatibû, ez bi şik bûm, nediket bin kûmê min wekî yên di milê min de dilhebîn bin ku hingê ez jî vexwendiyeke bîenala navborî bûm.

Derûdorên hunerî –xasma jî yên li Ewropayê– wekî dibêjin ketibûn etriya Konstantînapolîsa piştî Geziyê. Bîenal Gezî bixwe bû, pêk hatibû jixwe! Her çendî ku Erdemcî ji nav cîhana hunerê, dengên qewîn yên weke Agnieszka Polska, Annika Eriksson, Héctor Zamora, Hito Steyerl, Santiago Sierrayî vexwendî bîanela xwe kiribe jî, manîfestoya sîtûasyonîst a hunera hevçax di qadên pevçûn û berxwedanê yên bajêr de, jixweber hatibû belavkirin ku di çand û hunera îroyîn de kêş û vekêşên sereke jî, jixweberî û fetisîna wê ya di nav dam û dezgehên fînansê û sektorê de bû.

Ber bi Civaka Pêşandeyê ve

Bêguman, Gezî ne raperîneke hunerî bû, ne jî çandeyî û weke ku Duna Maver jî di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Avangarda Terorê’ de (The Avant-Garde Of Terror) behs ji vê yekê dikir, endîşeya ‘Civaka Pêşandeyê’ (La Societe du Spectacle) ya Guy Debordî, dê bi terorê ya ku Robespierre di henga Şoreşa Fransî de destnîşan kiribû, rabûya. Robespierre yê ku gotibû: “Ji bo rizgarkirin û avakirina demokrasiyê û ji bo pêkanîna desthilata zagonên makeqanûniyê ya mişt aramî, teror pêdiviyek e.” Dîsan, her çendî ku cihêbûna Sîtûasyonîzma Enternasyonal –ku wek SE tête zanîn– ya di sala 1972’yan de pêkhatî, fena têkçûyina mîlîtaniya polîtîk û arezûya tûndrê (radîkal) hatibe bi lêv kirin jî, SE avangarta dawîn bû. Badilhewa nîn bû wekî peyva avangartê (avant-garde), ji ferhenga leşkeriyê hatibû girtin. Lêbelê, wekî ku di Berxwedana Geziyê de jî derketibû mexderê; di nav kom û komikên hunerê –û helbestê de– etîketên weke medyaya taktîk, gerîlayê/a ragihandinê, zordana çandeyî û terorîzma estetîk di devan de bûbû benîşt.

Çi bi arezûya manîfestolêkirinê hat!?

Bi min, tişta jidestçûyî, ne bi tenê arezûya manîfestolêkirinê bû, arezû bixwe çûbû, weke ku Guy Debord jî digot, civak –li vir a Geziyê– dîsan vegeriyabû kodên xwe yên berîn. Dikarim bibêjim wekî hunera îroyîn, her bi çi rengî û bi çi awayî bê kirin jî, xwe di ser aboriyeke dij-arezûyê dide der û digere, bêyî ku rêka xwe bi heqîqetê ve jî bixe.

Û ‘Hîtoya me’…

Di 13’emîn Bîenala Stenbolê de, belê, berhemek hebû ku ji hemû berhemên di wê pêşengehê de cîgirtî, balkêştir û dilşewattir bû, ya Hîto Steyerla ku wek nivîskar û derhênereke dokumentarîst ranêzîkî jiyanê û diyardeyan dibû dihat penasekirin. Hîto, di çarçoveya bîenalê de, vîdeoya xwe ya ku li pey şopa hevala xwe Andreayê (Andrea Wolf û heval û hogirên wê yên şervan) ketibû ya ku di şer û pevçûnekê de (li Wanê) jiyana xwe ji dest dabû, nîşan dabû. Axir, heya bi wir jî çûbû Hîto, di wê serdana xwe ya mêjûyî de rastî qewanekî fîşekan hatibû, ku ji wî qewanî, bo mînak heya bi General Dynamics a ku çek û posat çêdikirin û dezgeheke hunerî ya bi navê Art Institute of Chicagoyê ku danûstandinek di navbera wan de pêk hatibû, rob bi ro rê birrîbû. Pirsa Hîtoyê ev bû; “Gelo di navbera piştgirên Bîenala Stembolê û aboriya ku çek û posat çêdikirin de hêzeke veşarî ya danûstandinê hebû yan na? Aya mirov dişiya wekî li ser têkiliyeke amêrkirî (instrumentalise) ya di navbera huner û çekê de peyda bûbû, bifikire?” (Ji Rêbera Bîenalê)

Ne dûr e wekî hunermendên me jî hogirî vê amêrkirinê bibin, ya ku hemû karesatên kurdan di ser ‘navneteweyîbûnê’ re û bi piştgiriya dam û dezgehên hunerê yên kûreyî, bixin mazatê, çi ku huner, ne qadeke paqij e.

 1Dayê ma ez hov im? Bnr.Rêbera 13. Bîenala Stembolê, ya ku bi piştgirî û têkariya Weqfa Çand û Hunerê Ya Stembolê, Weşanên Yapi Krediyê û Weqfa Vehbi Koç derketî. Edîtor: Liz Erçevik Amado, Stembol, 2013.