spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik Bedriye Doku: Çi hat serê Gulistanê?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye. 2 sal derbas bûbe lê hê jî lêpirsîna derbarê aqûbeta wê de tu guherîn pêk nehatiye. Di vî du salî de malbata wê jî tu derî nema lê nexist, lê tu encam bi dest nexist. Malbatê herî dawî ji bo aqûbeta keça xwe li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Malbata dixwaze sergumanbar Zaynal Abarakov bê darizandin û aqûbeta keça wan bê eşkerekirin.

Dayik Bedriye Dokû ku 4 roj in li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixe, bibîr xist ku dosyeya lêpirisînê du salên wekî xwe ye. Dokû, xwest keça wê bê dîtin û wiha got: “Çi hat serê Gulîstanê? Gelo wê birine cihekî û ew veşartine? Yan na wê li van çiyayan kuştine û ew binax kirine? Wijdanê rayedaran rihet e gelo?”

Dayik Dokû destnîşan kir ku polîs tenê mala Abarakovê bavê wî polîs kontrol kirine û îfadeya wî girtine û ev tişt anî zaman: “Abarakov, bavê wî û dêya wî îfadeyên, cuda dan. Îfadeyên wan li hev derneketin. Çima dest danenînin ser komputer û telefona wî? Çawa Gulîstan winda bû, me gilî kir lê derbarê wan de lêpirsîn nedan destpêkirin. Dibêjin, keça min xwe kuştiye. Ger keça min xwe kuştibûna heya niha dê hatibûna dîtin.”

Dayik Dokû, xwest kesên li pişta Abarakov jî bên vekolandin û wiha got: “Du sal in me rihetî neditiye. Xew bi çavê me neketiyye. Derûniya me xirab bûye. Em her roj dipirsin, ‘Çi hatiye serê Gulîstanê?’ Çima kujer zevt nakin û ceza nakin? Bila kujeran ceza bikin ku careke din neyên kuştin. Ji roja ku Gulîstan winda bûye heya niha jiyan li me bûye zindan. Dev ji mirovan berdin ez ji kûç û keviran, ji dar û beran, ji heywanan û ji axê dipirsim, ‘Gulîstan li ku ye?’

Bav Halî Dokû jî destnîşan kir ku rayedar wan serwext nakin û wiha pêde çû: “Keça min xwe nekuştiye, hatiye kuştin. Wan Gulîstanê winda kir. Keça min du sal in winda ye û divê wê bibînin. Wî kesî (Zaynal Abarakov) nadarizînin. Lê me wekî makîneya paqijiyê didarizînin. Ma fedî jî nakin? Keça min du sal in winda ye, qey bi qasî makîneya paqijiyê jî qîmeta me tune ye? Em hestiyên keça xwe dixwazin, wekî din em tiştekî din naxwazin. Waliyê bajarekî bi kamerayan dorpêçkirî, ji me re gotibû ‘çûk bifire, haya me jê çêdibe.’ Lê çima Gulsîtanê nabînin? Dixwazin ser bûyerê bigirin.”