17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik li dijî êrişên çekên kîmyewî meşiyan

Dayikên Aştiyê li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê li hev kom bûn û li dijî êrişên çekên kîmyewî meşiyan.

Êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî yên li herêmê dibe sedema mirina mirovan. Hêzên navdewletî û saziyên eleqeder hêj ker û lal in. Nerazîbûna Kurdistaniyan jî zêde dibe. Endamên dayikên aştiyê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê kom bûn û li dijî êrişên bi çekên kîmyewî û komkujiyên ku dewleta Tirk dikin meşiyan. Dayikên Aştiyê ji Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex û Qoserê tevlî meşê bûn û li cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê dest bi çalakiyê kirin. Di meşê de dirûşmeya “Bimire xiyanet” berz kirin. Li vir li ser navê Dayikên Aştiyê Esmer Çekmez axivî. Çekmez diyar kir ku divê dayik hemû li ber kuştina zarokan rabin û wiha got: “Yên ku qala misilmantiyê dikin gelo van komkujiyan nabînin? Misilmantî gelo ev e? Edalet ev e? Li başûrê Kurdistanê bira bira dikuje. Gelo hûn îşkenceya ku li cenazeyên zarokên me tê kirin nabînin? Ji Xwedê bitirsin. Bi navê Dayikên Aştiyê em naxwazin êdî ev şer dewam bike û zarokên me bêne kuştin.”

Çekmez anî ziman ku bi rengekî dijmirovî îşkence li cenazeyên zarokên wan têne kirin û wiha berdewam kir: “Yên ku îro vê yekê li zarokê min dikin, wê sibe li yê we jî bikin. Yên ku dibin sedema mirina zarokên me û bedenên wan parçe dikin, bila ew jî heman êşê bikişînin. Me zarokên xwe ji bo ew qetil bikin, mezin nekir. Leşkerên ku niha li hemberî min e ew jî zarokên dayikekê ne. Çi mafê we heye ku hûn leşker û gerîlayan bi hev didin kuştin. Hûn 5 qurişan didin leşkeran û bi ser zarokên me ve dişînin. Hûn wan jî dişînin mirinê. Bila Xwedê zalimên ji we bêhtir