19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Şemiyê Hayriye Dogan koça dawî kir

Dayika Şemiyê Hayriye Dogan a bi salan ji bo dîtina cenazeyê zarokên xwe têdikoşiya, koça dawî kir. Cenazeya Hayriye Dogan li cem kurê wê Fahrettîn Dogan hat veşartin.

Dayika Şemiyê û Aştiyê Hayriye Dogan a 82 salî nîvê emrê xwe bi berxwedan û têkoşîna azadiyê derbas kir, ji ber nexweşîna penceşêrê koça dawî kir. Cenazeyê dayika Hayriye Dogan, birin mizgefta Goristana Yenîkoyê. Cenaze bi beşdariya ferdên malbatê, hezkiriyên wê û dayikên aştiyê li Goristana Elîparê spartin axê. Cenaze li kêleka gora lawê wê Fahrettîn Dogan spartin axê. Ji bo dayika Hayriye Dogan dê şîn li Mala Şînê ya Gola Gulê ya li navçeya Rezanê were danîn.

Hayriye Dogan dayika 9 zarokan bû. Sê zarokên wê (Fahrettîn, Abdulkadîr û Mehmet Alî) di demên cuda de tev li PKK’ê bûn. Zarokên wê di navbera salên 1996 û 1997’an de jiyana xwe ji dest dan. Bi salan li gorên zarokên xwe geriya. Ew her tim li ser gora lawê xwe Fahrettîn bû. Bi salan di çalakiya xizmên windayan de ku li Amedê tê lidarxistin, cih girt û xwest aqûbeta windayan diyar bibe û kujer werin darizandin.