24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan xwe bi kurdî parast

15 Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an û 2019’an ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li ber girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dabûn. Dayik ji ber daxuyaniyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan. Lê bêlê bi îdiaya“li dijî qanûna meşên xwepêşandan û civînan û li dijî polîsan derketine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza dayikan li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Bakirkoyê pêk hat.

Latîfe Bugday, Surreya Kilinç, Nesîbe Başaran, Zubeyde Adar, Selamet Demîr, Sînem Guzel, Emîne Erbek, Hafîze Şahîn, Ayşegul Yalçin, Sumanperî Akyildiz, Kumrî Akgul û Zehra Dogan ên negirtî tên darizandin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Dayikan li dadgehê parastina xwe bi kurdî kir û xwestin biryara beraatê ji bo wan bê dayîn.

Şandeya dadgehê xwest li dema dayikan daxuyanî daye bê kolan bê ka polîsan ji bo dayik belav bibin hişyarî daye an na, danişîn taloqî 13’ê tîrmehê kir.