19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan nûnertiya MED-DER’ê ya Farqînê vekir

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li navçeya Farqînê nûnertiya xwe vekir. Rêxistina HDP’ê, Hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz, Hevserokên MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Rifat Roni û gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Ewil polîsan xwest merasima vekirinê asteng bike. Lê piştî niqaşên di navbera polîs û rêveberên MED-DER’ê de, rêveberên MED-DER’ê dest bi bernameya vekirinê kirin. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ewilî di vekirinê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê were dayîn kir û wiha got: “Li vî welatî ji bo zimanê kurdî tenê komele têr nakin. Divê dibistanên bi kurdî bên vekirin. Gelê kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in. Ev 98 sal in zimanê me qedexe kirine. Divê sîstem ji gelê kurd û zarokên gelê kurd lêborînê bixwaze. Ji ber wan ji zimanê dayika wan mehrûm dihêle. Nunertî tenê sembolîk in. Armanca wê  pêşvebirina perwerdeya ziman e. Divê reyedarên Tirkiyeyê leborîna xwe  ji gele kurd û zarokên kurd bixwazin. Dawiya dawî dê dewlet ji me lêborînê bixwaze. Zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî”

Pişt re Hevseroka DBP’ê Saliha Aydeniz axivî. Aydenîz, bal kişand ser darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat û wiha got: “Ji roja qeyûm tayînî vîna gelê kurd kirin ve di serî de êrişî zimanê kurdî kirin. Bi êrişan kurd dest ji çand û zimanê xwe bernadin. Naskirina zimanê kurdî naskirina gelên Tirkiyeyê ye. Ger heta niha zimanê kurdî li ser piyan be ev bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo parastina çanda xwe ye. Li dijî vê pergalê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Dayikan bi destên xwe nûnertiya MED-DER’ê vekir 

Piştî axaftinan, Salîha Aydenîz û dayikên laçikspî nûnertiya Farqînê vekirin. Girsê bi slogana “Ziman rumeta me ye” nûnertiya MED-DER’ê vekirin. Pişt re girse derbasî avahiya nûnertiyê bû û li ber stranên Koma Muzikê ya Dicle-Firatê govend gerandin. Bername bi govendê bi dawî bû.