Duşem, December 6, 2021

Dayikên Aştiyê: Em tecrîdê qebûl nakin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî bo  balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û çalakiya grevên birçîbûnê ji roja destpêkê heta niha bang dikin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. 10’ê Tirmehê jî Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bajarên cuda cuda hatin gel hev û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe bang kirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê ji ajansa JINNEWS’ê re axivîn.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê  Maşallah Işik Arslan diyar kir ku ji bo tecrîd rabe ji Sêrtê heta Êlihê hatine û destnîşan kir ku zarokên wan ne ji bo xwe ji bo azadiya gelê kurd ketine greva birçîbûnê. Maşallah wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila ev tecrîd êdî rabe. Em dixwazin bila hemû kes xwedî li wan derkeve û dengê xwe bilind bikin. Dilê me zêde dişewite. Ji ber ku em dayik in. Em naxwazin kezeba tu dayikan bişewite. Heke tecrît rabe wê dilê tu dayikan ewqas naşewite. Dayikên ku di xema zarokên xwe de ne nikarin bi rehetî serê xwe dayinin ser balîfê.  Girtîgeh di nava girtigehê de heye. Em naxwazin ku girtî zerarê bibînin. Bila dewlet û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dengê me bibihîzin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Taybet Tekîn jî anî ziman ku kurê wê 27 sal in girtî ye û wiha got: “Li girtîgehan roj namîne ku mafên girtiyan neyê binpêkirin û zilm li wan neyê kirin. Tî û birçî ne û aveke paqij jî nadin wan. Zarokên me jixwe di bin destê we de ne. Qey zarokên we tune ne ku hûn ewqas dilê dayikan dişewitînin. Gava kurê min ket girtîgehê 15 salî bû. Jiyana wî li girtîgehê derbas bû. Em agahiyên îşkenceyan digirin nikarin razên. Her tim rewşa zarokên me di hişê me de ye. Fikarên me gelek zêde ne. Em tecrîdê qebûl nakin. Bes êdî em aştiyê dixwazin. Bila erdogan li pêkanînên xwe yên dijmirovî binêre. Kî serê xwe radike ew tê çewisandin. Dewlet e lê ne edalet ne jî hiqûq û mirovatî pê re tune ye. Ji îşkenceyê pê ve tiştek nayê kirin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Dayik ne aliyê rijandina xwînê ne û tenê aştiyê dixwazin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedlê Ogur jî ji bo şikandina tecrîdê û daxwaza aştiyê ji Rihayê heta êlîhê hatiye.  Hedlê diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bêne cih û wiha got: “Rewşa girtîyan her roja xirabtir dibe. Divê mafên girtîyan bin pê nekin. Pêvajoya grevên birçîbûnê giran derbas dibe. Pêwiste ku em çareseriyek mayînde pêk bînin. Bila tecrîd bi dawî bibe û girtî ji vê greve derkevin. Bila rêyek çareseriyek bê dîtin û ev zilm bi dawî bibe. Em aştiyekê bi rûmet dixwazin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Hîkmiye Onel jî destnîşan kir ku ew ne ji bo şer ji bo pêkanîna aştiyê hatine gel hev û wiha domand: “Me dorpêç kirin e. Li girtîgeha Antalyayê xwestine lêgerîna tazî bikin lê ji bo ku girtî qebûl nekiriye ji ber lêdanê niha di komayê de ye. Li Tirkiyê edalet ewqas e. Em edaletê dixwazin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê zilmê rabin ser piyan.  Em aştiyê dixwazin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekîye Kaya jî destnîşan kir ku ji bo daxwaza edaletê hatine vir û wiha got: “Em naxwazin zarokên me zerarê bibînin. Bes êdî rondik ji çavên dayikan bibarin. Em mirinê naxwazin. Dayikên ku ji Amedê hatin nehiştin ku werin Êlihê û cezayê pere li wan birîn. Laçikên spî yên dayikan tên wateya aştî yê. Vî welatî tenê aştî dikare rizgar bike.”