20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê encama komxebatê aşkere kir

Dayikên Aştiyê yên ji her çar aliyên Kurdistanê di 21’ê îlonê de bi armanca nirxandina dagirkeriya li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayikan a di çareseriyê de li salona Îbrahîm Ehmed a Silêmaniyê kom bûn, nîqaşên berfireh kirin. Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cuda hatin dayîn û nîqaşeke berfireh hat kirin.

Dayik ji bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê beşdarî panelê bûbûn. Dayikan di panelê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekitî û aramiya Kurdistanê kirin. Dayikan encamnameya komxebata xwe aşkera kirin.

Encamnameya Komxebata Dayikan wiha ye:

“Divê ji bîra me neçe, dagirker bi sala ne li Kurdistanê bi awayekî hovane komkujiyan pêk tînin. Dagirker bi hovane li başûr, rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin. Têkoşerên kurd bi giştî li ber çavên me têne kuştin û hîna jî tên qetilkirin.

Erka xwe yê dîrokî bi cih bînin

Em weke dayik, aloziya di nava hizban de qebûl nakin. Pêwîst e hemû aliyên siyasî bi erkê xwe yê kurdatiyê rabin û nabe bi tu awayek alîkariya dagirkeran bikin. Nabe dijî hev şer bikin, eger tu di mala xwe de ne yek bî, dibe ku mala te belav bibe, parçe parçe bibe. Em bang li we hemûyan dikin, em di mala xwe de bibin yek û hemberî neyaran rabin. Em erkê xwe yê dîrokê bi cih bînin.

Em bang li hemû tevgerên jinan dikin, ji bo yekitiya neteweyî pêşengtiyê bikin û di demek zû de divê kongreya netewî were li dar xistin. Bang li partî û aliyên siyasî dikin ku dijî dagirkeriyê yek bin û Kurdistanê biparêzin.

Bêdengiyê bişkînin…

Bi salan e dagirker dijî gelê kurd derveyî exlaqê komkujiyan pêk tînin. Li Kurdistanê hinek dewlet piştgiriyê didin hinek komên çete yên weke DAIŞ’ê û bi ser herêmên kurdan de dişînin. Bi salan e DAIŞ û komên çete êrîşî kurdan dikin. Bi çekên qedexekirî, zarokên me dikujin û hêzên navneteweyî jî li hemberî vê bêdengiya xwe diparêzin. Li hember van kiryaran, em weke Dayikên Aştiyê bang li hemû hêzên navnetewî dikin da ku bêdengiya xwe bişkînin.

Bedena zarokên me parçe parçe dikin, divê em weke dayik, jin hemberî dagirkeriyê rabin. Dayikên gerîla û pêşmerge, heya leşkerên têne kuştin, divê têkoşîna xwe bi rêyên ji bo çareseriya aştiyê bidominin. Ji rawestandina şer divê bi hev re têbikoşin.

Banga me dayikan:

* Divê hêzên navneteweyî li dijî komkujî û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin.

* Bang li hêzên herêmî û navneteweyî dikin ku hebûna gelê kurd, çanda kurdan biparêzin û xwedî helwest bin.

* Em bang li hemû dayîkên gerîla, pêşmerge û leşkeran dikin, rê li ber şer bigrin. Ji ber ku di encama şer de dilê dayîkan dişewite.

* Bang li hemû aliyên siyasî û partiyan dikin, dijî dagirkeriyê bibin yek û Kurdistanê biparêzin.

* Divê hemû tevgerên jinan, pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin, ji ber ku parçebûna kurdan tu feydeyê nade. Em naxwazin xwîna zarokên me were rijandin.

* Em bang li dayikên hemû şehîdan dikin, ji bo rawestandina şer li gel me bin.”