19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê li dijî çekên kîmyewî meşiyan sînor

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bi armanca piştgiriya dayikên ku li Pira Sêmalka nobedê digirin, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê meşiyan ser sînor. Dayik li Gundê Nav Beroja ya Rûbarokê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Dema dayikan xwest daxuyaniyê bidin cendirmeyan dayik dorpêç kirin. Dayikan li ser sinor “Zarokên parastvanên gelê xwe ne. Ne bê xwedî ne. Destên xwe yê qirêj ji ser zarokên me rakin” vekirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya, anî ziman ku îqtîdar ji têkoşîna dayikan a aştiyê ditirse û wiha got: “Em mirinê naxwazin. Em jiyanê dixwazin. Dayikên aştiyê bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe.

Dayikan bi dirûşmeya “Bimre xîyanet” dawî li çalakiya xwe anî.