spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê piştgirî dan malbata Şenyaşar

Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 20’emîn de didome.  Meclisa Dayikên Aştiye ya Mêrdînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emnîne Şenyaşar kirin û peyamanên piştgiriyê dan.

Dema serdanê Emîne Şenyaşar, diyar kir ku edalet tuneye û ev tişt got: “Edalet di bin erdê de ye. Ji bo derxistina wê mijûl dibim. Hê jî malbata Yildiz gefa li me dixwe. Edalet li kur e? Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Piştî Şenyaşar ji Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg axivî û ev peyam dan: “Em jî heta dawiyê edaletê dixwazin. Divê ji bo dayika Emîne edalet bi cih were. Ji bo herkesî edalet pêwîst e. Tiştek bêedalet nabe. Bêedalet kes nikare bijî. Ji bo hemû gelan edalet pêwîst e. Em ê heta dawiyê şopdarê edaletê bin. Em aştiyê dixwazin ne şer. Me timik aştiyê xwestiye. Bila êdî dayik negirîn û ev şerê qirêj bi dawî bibe.” Piştî axaftinê dayik û aktîvîstên TJA’yê ji bo demekê li cem Emîne Şenyaşar rawestiyan û piştre ji bajar veqetiyan. 

RIHA