25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê serdana Dayik Emîne Şenyaşar kirin

Malbata Şenyaşar di roja 101’emîn de nobeta ji bo ‘Edaletê’ li ber deriyê edliyaya Rihayê didomînin. serdeanên ji bo piştvaniya malbatê jî berdewam dikin.
Di serdana îro de Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê a ku ji Stenbolê ji bo serdanê hatin, wê ligel Malbata Şenyaşar tevahiya rojê nobetê bigirin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî bi şandeyê re hatin serdana malbatê.
Emîne Şenyaşar bi dowîza “Em edaletê dixwazin” Dayikên Aştiyê pêşwazî kir. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Emîne Şenyaşar kirin.
Emîne Şenyaşar, têkildarî roja êrişê û tiştên hatine qewimîn dayikan agahdar kir û pişt re lorand.