spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê serdana Nobeta Edaletê kir

Nobeta Edaletê ya Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglu yê parlamenteriya wî hat betalkirin, di roja 13’emîn de didome. Nobet li navenda giştî ya HDP’ê ye û serdanên ji bo piştevaniyê jî didomin.

‘Orhan Dogan û Leyla Zana hatin bîra me’

Dayikên Aştiyê yên li Enqereyê serdana Gergerlîoglu kir. Dayika Aştiyê Munibe Koç di serdanê de axivî û diyar kir ku Gergerlîoglu vîna wan e û wiha got: “Dema hûn saet şeşê sibehê hatin binçavkirin, min got qey ew meclis rûxiya. Orhan Dogan û Leyla Zana hatin bîra me. Înşelah wê edalet cihê xwe bibîne. Em her tim edaletê dixwazin. Hûn li meclise bin û nebin jî hûn vîna me ne, parlamenterê me ne.”

‘Li pişt me 7 milyon kes hene’

Gergerlîoglû di serdana dayinkan de axivî û anî ziman ku dema ew ji bin çavan derketiye li wî geriyane û xemginiya xwe vegotine. Gergerlîoglu wiha domand: “Gel ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart. Vê ji bîr dikin. Em ne 40-50 kes in. Li pişt me herî kêm 7 milyon mirovên ku deng didin me hene.”

Seredanên piştiriya ji bo Nobeta Edaletê didomin.