23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê yên Wanê meclis ava kirin

Dayikên Aştiyê yên Wanê li avahiya HDP’ê ya Wanê bi şahiyekê meclisa xwe ava kirin. Dayikan diyar kirin ku dê li dijî şer aştiyê bi rêxistin bikin. Parlamenterên HDP’ê, rêveber û endamên HDP, DBP, TJA, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê yên Amedê jî tev li şahiyê bûn. Dayikan bi rêzgirtinê dest bi bernameyê kirin. Di bernameyê de Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun, diyar kir ku dayik li vî welatî nûnerên aştî û demokrasiyê ne û her dem li dijî şer li kolanan têkoşîna xwe berdewam kirine.

Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafya Yîgît jî anî ziman ku dayik bi salan in bi înat têdikoşin û xwest ev têkoşîn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê. Yîgît, bibîr xist ku di şer de herî zêde dayik êşê dikişînin.

Parlamentera HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî diyar kir ku ew bawer dike ku avakirina Meclisa Dayikên Aştiyê dê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê.

Piştî merasimê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê yek bi yek xwe dan nasîn. Piştî îlanê endamên TJA’yê qurnefilên spî û laçikên spî li dayikan belav kir.

Şahî bi govendê bi dawî bû.