spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên windayan û Dayikên Aştiyê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmirê çalikiyên hefteyî berdewam kirin.

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Parka Koşuyolu ya Amedê, avahiya ÎHD’yê ya Êlihê û Parka Sumer Bank a Îzmîrê çalakî li dar xistin. Li Stenbolê jî xizmên windayan bi rêya onlînê daxuyanî dan.

Stenbol

Dayikên Şemiyê, bi armanca “winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya hefteya 861’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), bi onlînê li dar xistin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de, bertek nîşanî girtina Qada Galatasarayê dan. Ji ber 161 hefteye destûr nayê dayîn, xwestin êdî ev astengî û qedexe bi dawî bibe.

Ji Dayikên Şemiyê Masîde Ocak, diyar kir ku ji roja ku ew çûne Qada Galatasarayê û vir ve gelek desthilatdarî guherîn û wiha axivî: “Lê tu carî hişmendiya desthilatdariyê neguherî. Desthilatdariya dawî ya ku navê ‘edalet’ li xwe kiriye, daxwazên edaletê bi tu awayî pêşwazî nake. Berevajî Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kir.

Ocak, destnîşan kir ku ewê tu carî dest ji Qada Galatasarayê berdin û wiha bi dawî kir: “Dema ku şert û mercên şewbê destûr dan, em ê cardin biçin Galatasarayê.

Amed

Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 659’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Xizmên windayan wêneyên windayan hilgirtin û çîroka Mehmetcan Ayşîn ê di 5’ê Gulana 1994’an de, di operasyona eskerî de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka Ayşîn xwend. Yildirim, diyar kir ku eskerên ji Tugaya Bolû ji bo operasyonê hatin gundê Kiliçli, hemû zilamên gund binçav kirin û wiha axivî: “Ji bilî Mehmetcan Ayşin, hemû kesên hatibûn binçavkirin, heftiyek şûnde hatin berdan. Malbatê li ser vê yekê serî li DGM’ê da. Lê daxwaznameya wan paşve hat dayîn. Malbatê dûre serî li Walîtiaya OHAL’ê da. Fermandariya Asayîşê ya Lîcê, agahî da malbatê ku di wê dîrokê de tu operasyon lidarnexistiye û kesên nafên wan derbas dibin nehatine binçav kirin. Malbat serî li gelek sazî û dezgehên pêwendîdar dide, lê tu encamê bi dest naxwe. Bi vî awayî ji 05’ê Gulana 1994’an ve bi tu awayî agahî ji Mehmetcan Ayşîn nayê girtin.”

Piştî axaftinê, dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin. Xizmên windayan, çalakiya xwe dûre bi lêxistina çepikan bi dawî kir.

Êlih

Li Êlihê jî, xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê, bi heman armancê, di heftiya 496’emîn de, li avahiya komeleyê kom bûn. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên winda hilgirtin. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û xwest qetilkirina Alî Işik, Dîlek Serîn, Duzalî Serîn, Elîf Işik, Gulîzar Serîn, Hatûn Işik, Hidir Işik û Yeter Işik ên di 23-24’ê Îlonê de, li mezra Mîrik a gundê Gokçek a girêdayî navenda Dersimê, di dema operasyonê de ji aliyê eskeran ve hatin kuştin, bê ronîkirin û bersûc bên darizandin.

Îzmîr

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar dixin de vê hefteyê aqûbeta Şeyhmûs Eroglû (65) yê di 21’ê îlona 1995’an de li mala xwe ya Êlihê hatibû binçavkirin û tu agahî jê nehatibû girtin, pirsî. Endamên ÎHD’ê, ji bo Eroglû li pêş Sumerbanka kevn daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD’ê pankartên “Winda diyar in faîl li ku ne” û “Winda wijdana te ne lê xwedî derkeve” hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Zafer Încîn çîroka windakirina Eroglû parve kir û wiha got: “Eroglû bavê 7 zarokan e. Ji gundê Batê yê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê ye. Leşkeran her tim bi ser gundê Eroglû de girtin. Cerdevanî li Eroglû ferz kirin. Di 21’ê îlona 1995’an de leşker û cerdevanan nîva şevê bi ser mala wî de girtin û binçav kirin. Birin Mêrdînê. Hemû hewldanên malbatê yên piştî bûyerê ku agahiyekê jê bigirin bêencam man.
Încîn, diyar kir ku heta faîlên Eroglû yê 26 sal in windaye û winda yên din neyên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.