spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP û HDP’ê têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî dan

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyên nivîskî 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê pîroz kir. Her du partiyan jî di peyamên xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê yên li dijî kedkar û karkeran û li dijî kedxwariyê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Daxuyaniya DBP’ê

Di daxuyaniya DBP’ê de qedexeyên li dijî mafê sendîkayîbûnê û têkoşîna demokratîk hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Di pêvajoyeke wisa de ku hemû xebatên siyasî tên terorîzekirin û krîza aborî her diçe kûr dibe, bi milyonan mirov li ber sînorên birçîbûn û xizaniyê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Daxwazên alîgirên maf û kedê bi hinceta pandemiyê tên paşguhkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welat weke şîrketê tê birêvebirin û bi tank û topan êrişî gelê kurd û bi çoyan jî êrişî kedkaran dikin û wiha hat gotin: “Em dizanin ku bi vê dixwazin têkoşîna çîna karker, beşên kedê û muxalîfan qels bikin. Bi hêviya mezinkirina têkoşîna li dijî kedxwariyê em 1’ê Gulanê pîroz dikin.”

Daxuyaniya HDP’ê

HDP’ê jî têkildarî 1’ê Gulanê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HDP’ê de êrîşên desthilatê yên li dijî kedkaran hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Desthilata AKP-MHP’ê ji bo temamkirina avabûna pergala xwe ya nû gav bi gav di pêş de diçe. Ji berê heta îro li dijî karker, kedkar, jin, kurd û gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn kevneşopiya zext, tepisandin û komkujiyê hatiye meşandin. Ji bo kar-nan, edalet û azadiyan em bang li her kesî dikin ku li gorî ruhê 1’ê Gulanê têbikoşin.”