25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê berhemên jinên girtî bikin pirtûk

M. Alî Ertaş

Komîsyonên jinan ên saziyên kurdî, ji bo piştgiriyê bidin jinên girtî dest bi xebata komkirina berhemên wan ên nivîskî kirin. Komîsyon dê hemû berhemên jinan ên nivîskî kom bikin û bikin pirtûk

Komîsyonên Jinan ên MED-DER, Enstîtuya Kurdî, Komeleya Wêjekarên Kurd, PEN’a Kurd û MED TUHAD-FED ji bo jinên girtî ku di şert û mercên xirab de li girtîgehan dimînin xebateke ji bo motîvasyonê dan destpêkirin. Komîsyonên jinan di 22’yê kanûnê de starta xebata çîrokan dan destpêkirin. Saziyan ji bo vê xebatê li MED-DER’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bo agahiyên der barê van xebatan de me hevpeyvîn bi hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan re kir.

Xebata çîrokên jinên di girtigehan de ji aliyê kê ve tê meşandin?

Komîsyona Jinan a Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komîsyona Jinan a Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Wêjekarên Kurd, Komîsyona Jinan a PEN’a Kurd û Komîsyona Jinan a Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED) ji bo jinên di girtîgehan de me xebata çîrokan da destpêkirin. Saziyan ji bo vê xebatê li MED-DER’ê di 22’yê kanûnê de civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîyosna Jinan a Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan civînê. Em hemû li hev kom bûn û li gorî demê me ev xebat da destpêkirin.

Armanca vê xebatê çi ye?

Bi hezaran kurdên azadîxwaz, ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê îro di zindanan de dîl tên girtin, di bin tecrîdê de ne û her cureyê îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tên kirin. Gelek ji wan, di encama van kiryarên hovane de jiyana xwe ji dest didin, tên kuştin, nexweşiyên wan girantir dibin û mafên wan ên herî mirovî tên binpêkirin. Ligel vê yekê, kurdên dîlgirtî, li zindanan jî ji her milî ve li ber xwe didin. Bi taybetî jî jinên kurd ên azadîxwaz çawa li derve li dijî her cureyê pêkanînên derveyî mirovahiyê li ber xwe dan, li zindanê jî ji her alî ve li ber xwe didin û têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bêguman, desthilatdarî, di zindanan de, êrîşî zimanê kurdî jî dike. Li dijî zimanê kurdî jî bi awayên cuda astengî, zext û pêkanînên dijminane dimeşînin. Axaftin, name û berhemên kurdî ji gelek milan ve, bi rê û rêbazên cuda tên qedexekirin. Ev êrîşên li ser girtîgehan têne kirin, li ser kesayet û têkoşîna jinan tê meşandin. Li dijî van êrîşan me xwest li gorî pêdiviya demê em bersivekê bidin. Wekî qada ziman me xwest li gorî demê û rewşa xwe bibin bersiv. Me xwest bi vê xebatê bibin bersiv. Demeke dirêje li ser girtîgehan êrîşên pir dijwar têne meşandin. Tecrîdeke pir fireh pêş xistine. Di hundirê girtîgehan de girtîgeh hatine avakirin. Mafê girtiyan ji destê wan hatine girtin. Wekî salên 1980’yî niha jî rewşa girtîgehan û polîtîkaya dewletê didome. Hiqûqa li dijî girtîgehan bi cureyên pir pir cuda hatiye guhertin. Bi polîtîkayên nijadperest ev êrîş û zextên li ser girtiyan didomin. Tecrîd û îzolasyoneke pir mezin li ser girtiyan tê meşandin. Li hundir li dijî van zext û tundiyan têkoşînek heye. Me jî xwest wekî jinên di qada ziman de xebatên dikin, li derve li dijî van tundî û binpêkirinan têkoşînekê pêş bixin. Bi jinên têkoşer ên li girtîgehan re vê xebatê mezin bikin. Ji ber ku heta niha em ji pirsgirêkên girtîgehan re nebûne deng, em ji daxwazên wan re nebûne çare û bersîv, wekî rexnedayinekê ji bo manewiyata jinan em bi hev re ava bikin, me ev xebat da destpêkirin. Ji bo ji hest û ramanê wan, daxwazên wan, nêrîn, fikr û xeyalên wan ên têkoşînê re bibin bersiv, ji hev re bibin deng, me xwest em vê xebatê bimeşînin. Me xebat di 22’yê kanûna 2021’ê de da destpêkirin û heta 8’ê Adara 2022’yan dê bidome. Heta wê demê em ê çîrokan ji jinên girtî bixwazin. Piştî 8’ê Adarê em ê êdî nivîs û çîrokan qebûl nekin. Heta wê demê nivîs û çîrokên ku ji me re werin, em ê tevan kom bikin û binirxînin. Piştî me nivîs tev nirxandin em ê li gorî wê pirtûkên wan çap bikin.

Sînorê xebatê çi ye?

Ev xebat ji bo hemû jinên di girtîgehan de ye. Ne tenê ji bo jinên girtî yên nivîskar e. Me ev xebat ji bo hemû jinên dîlgirtî daye destpêkirin. Di hêla mijarê de jî sînor tune ye. Ew bixwazin çi binivîsin dikarin binivîsin. Di wê hêlê de sînor tune ye. Lê tenê sînorek heye. Ew jî divê her kes bi kurdî binivîse. Lê nivîskarên me yên berê nivîsên wan bûne pirtûk û hatine çapkirin em wan nivîsên çapkirî qebûl nakin. Divê nivîs û berhemên nû bin.

Girtî çiqas dikarin parastina xwe bi kurdî bikin?

Têkoşîneke bêhepma li girtîgehan tê meşandin. Lê mixabin hem ji bo yên li girtîgehan û hem jî yên li derve li qadên cuda têkoşînê dimeşînin, ziman nebûye mijareke sereke û mijareke girîng. Mixabin di têkoşîna me de girîngiya ziman her tim li dawî ma ye. Ji ber lêhûrbûna me her tim bi tirkî bûye, hemû xebat jî di vê çarçoveyê de hatine kirin. Mixabin hevalên me di vê hêlê de, hem yên li derve têkoşîn û siyaseta azadiyê dimeşînin, hem jî li girtîgehan ku tecrîdeke giran tê meşandin, lêhûrbûn piranî bi tirkî ye. Têkilî û xwendin hemû bi tirkî ye. Ji ber vê yekê her çiqas xebatên kurdî berfireh bê meşandin jî dîsa li derve û girtîgehan nêrîna me ya li ser girîngiya ziman qels e û parastin jî li gorî vê girîngiyê bi rêve naçe. Ji ber vê yekê hevalên me yên girtî ku ew qas bedelên giran didin, dema li dadgehan parastinê dikin nikarin bi hêsanî parastinê bikin.

Wek lijneya jinên ji saziyên ziman û wêjeya kurdî, ji bo hûn rê li pêş van astengiyan bigirin ji niha û şûnde hûnê xebatên çawa pêş bixin? Banga we ji sazî, dezgeh, derdorên azadîxwaz çi ye?

Ya rastî divê em hem têkoşîna li girtîgehan û hem jî têkoşîna li derve ya heta niha hatiye meşandin dîsa bi bîra civakê bixin. Divê hemû kesên ku azadiyê dixwazin, kesên ku dibêjin ez rewşenbîr im, ez welatparêz im, ez dilxwaz û dilsozê vê têkoşînê me, tev di serî de ji bo nivîskarên li girtîgehan têbikoşin. Di serî de PENa Kurd û saziyên sivîl divê ji bo mafê girtiyan têbikoşin. Divê bi raya giştî ya navneteweyî re di nava têkiliyê de bin. Divê ne li gorî polîtîkayên dewletê, dijberî vê yekê bi polîtîkayeke li gorî rewşa girtîgehan tev bigerin. Divê em hemû li dijî van polîtîkayên li ser girtiyan polîtîkaya xwe aşkere bikin. Helwesta xwe zelal bikin. Divê em xwedîlêderketina girtiyan aşkere bikin. Ji ber ku êdî girtîgeh di rewşên awarte de ne. Têkoşînek pir giranbiha li girtîgehan tê meşandin. Em rêveber û nûnerên sazî û dezgehan û kesên azadîxwaz, divê em sekna xwe ya li hemberî vê têkoşînê zelal bikin. Divê em civakê di vê hêlê de hişyar bikin. Divê em wê manewiyata xwe ya di salên 1980 û 1990’î de ji nûve zindî û geş bikin. Divê em jî tarzê hemû xebatên xwe biguherînin û tarzên nû pêş bixin. Divê em bi xebatên cur be cur li girtiyan xwedî derkevin. Hemû hevalên me di nava çar dîwaran de têkoşînekê didin meşandin. Di şert û mercên giran de di girtîgehê de têdikoşin. Hevalên me yên jin bi pergala deh qat girantir re rû bi rû ne. Bi heqaret, tacîz û tecawizên gardiyan û rêveberên girtîgehan re rû bi rû dimînin. Divê di vî aliyê de , dilxwaz, dilsoz, hemû rewşenbir vê têkoşînê bilintir bikin û lê xwedî derkevin.

Li girtîgehan zextên li ser girtiyan çine? Kijan mafên wan tên binpêkirin? Mafên wan çima tên binpêkirin?

Li zindanan girtî ji hemû maf û azadiyan bêpar in. Mafên girtiyan ên bikaranîna çand û zimanê xwe, mafê ragihandinê, agahîdayîn û stendinê, mafê tenduristiyê hemû tên binpêkirin. Dayîn û stendina pirtûkên kurdî û pirtûkên ku ji derve, ji aliyê malbatan ve ji girtiyan re tên şandin, nadin girtiyan yan jî bi awayekî kêfî ji aliyê rêveberiya zindanê ve di bin navê kontrolê de tên sekinandin û nayên dayîn. Nameyên bi kurdî ku ji girtiyan re tên şandin ji aliyê rêvaberiya zindanê ve tên desteserkirin. Nivîsandin û şandina derve ya name û nivîsên bi kurdî, tê astengkirin. Gelek caran ji ber nivîsên ku bi kurdî hatine nivîsandin girtî dikevin ber lêpirsînan û cezayê dîsiplînê li girtiyan tên birîn.

Girtî li dijî van binpêkirinan têkoşîneke çawa didin?

Girtî li hemberî bêhuqûqî û binpêkirina mafan bi çanda berxwedana zindanan li ber xwe didin. Ev berxwedan ji bo maf û azadiyan gelek caran digihîjin armanca xwe. Wekî çalakiya ku di sala 2012’an de 68 rojan domiya û di encamê de mafê parastina bi zimanê dayikê ku wekî destkeftiyeke berxwedana li zindanan hat bidestxistin. Gelek caran jî ji ber piştgiriya kêm a gel û civakê û helwest, nêzîkatî û pêşdaraziya dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî, girtî jiyana xwe ji dest didin. Ev jî wekî berdêlên giran ên di dîroka berxwedanên zindanan de gelek caran pêk hatine. Lê baş tê zanîn ku têkoşîna gelê kurd a ku heta vê demê berdewam kiriye, çavkaniya xwe ji berxwedana zindana Amedê ya 12’ê Îlona 1980’yî digire.

Li girtîgehan li dijî zimanê kurdî zext û tundiyeke çawa heye. Çima êrîşî zimanê kurdî dikin. Li zindanan çima stran û govendên kurdî tên qedexe kirin?

Li zindanan li hemberî zimanê kurdî qedexe, zext, zor û tundiyên mezin hene. Ji ber ku rayedarên dewletê jî baş dizanin statuya siyasî û azadiya gel û neteweyan bi azadiya ziman pêkan e. Bi polîtîkayên pişaftinê di kesayetiya girtiyan de dixwazin zimanê gelên bindest qels û lewaz bikin, tune bihesibînin û înkar bikin. Her wiha qedexekirina stranên kurdî û gerandina govendê ya ku li gelek zindanan bûye, dibe hinceta lêpirsînan û cezabirîna li girtiyan. Ev berdewamiya bêtehemuliya rayedarên dewletê ya li hemberî zimanê kurdî bi awayekî şênber û vekirî radixe ber çavan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê