spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê ciwan kilamên wî bibêjin

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî di 5’ê tîrmehê de li Amedê çû ber dilovaniya xwe. Seydo Şîmşek di nav gel de wekî Xalê Seyîdxanê Boyaxçî ango Bilbilê Amedê dihat nasîn. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li goristana Yenîkoy a Amedê hat veşartin.

Seyîdxanê Boyaxçî li navçeya Amedê Erxeniyê li gundê Lexeriyê di sala 1933´yan de hatibû dinê. Ew hîna 2 salî bû dayika wî û 4 salî jî bavê wî rehmet kir û hîn zarokekî biçûk bû sêwî mabû. Seyidxanê Boyaxçî di zaroktiya xwe de şivanî kir, pêlav boyax kirin, ava sûsê firot û emeletî kir.

Bilbilê Amedê

Dema mirov diçû mala dengbêjan ger Seyîdxanê Boyaxçî li wir bûya teqez hebûna xwe dida ferqkirin. Ne tenê bi deng û awaza xwe her wiha bi henekên xwe jî hewşa mala dengbêjan şên dikir û wekî bilbilekî dengê wî li nav sûrên Amedê olan dida. Piştî mirina wî gelek kesan li ser medyaya civakî wêne û dîmenên ku bi wî re kişandine parve kirin. Piraniya wêne û dîmenan jî li mala dengbêjan hatine kişandin.

75 salan kilam gotin

Hunermend Farqîn Azad û dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî gelekî bi hev re xebitîn, bi hev re stran gotin. Farqîn Azad wiha behsa wî dike: “Me ji Xalê Seyîdxan re dipirsî, me digot; Xalê Seyîdxan emrê te çend e, digot ez nizanim. Texmînî em wekî 90 salî dizanin. Xalê Seyîdxan di wan 90 salan de herî kêm 75 salan dengbêjî kiriye û kilam gotiye û ji bo vî gelî xizmetek mezin kiriye. Ev taybetmendiyeke Apê Seyîdxan e ku 75 salan kilam gotin ji bo her kesî nabe nesîb. Gelekî zor e, 75 salan bênavber mirov kilaman bêje. Li gorî wî digit 90 sal emrê wî bû û di 13 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiribû.”

Xalê Seyîdxan di sala 1978’an de dema ku li kolanên Amedê kilaman dibêje û boyaxê dike, şaredarê wê demê Mehdî Zana Xalê Seyîdxan dibîne qondera xwe li cem boyax dike û jê re dibêje; ‘Seydo dev ji boyaxê berde were li şaredariyê  bixebite. Piştî ku teqawit bû careke din li kolanên Amedê kilam gotin.

Farqîn Azad wiha behsa naskirina dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî kir: “Dema ku Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê di sala 2003’yan de li Amedê vebû me lêkolîn dikir ku em dikarin kîjan dengbêjan bînin saziyê. Ji me re gotin Xalê Seyîdxan heye. Wê demê jî Xalê Seyîdxan li qehweyan pêlav boyax dikirin. Me jê re got; Apê Seyîdxan cihê te ne ev der e, tu were kilaman bêje, cihê te saziyên ku ji bo gel tên vekirin e. Tu li van saziyan karê xwe bike. Li wê derê yanî di 2003’yan de me Xalê Seyîdxan nas kir û heta roja îro jî têkiliyên me bi hev re hebûn.  Ji wê demê heta niha ji ber tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên gel û xespkirina saziyên gel em ji hev qut bûn.”

Dîroknasekî dengbêjiyê bû

Farqîn Azad got ku ew Bilbilê Amedê bû û wiha axivî: “Gelek bîranînên me bi hev re çêbûn. Em dikarin bêjin Xalê Seyîdxan dîrokek bû. Hemû stranên kurdî dizanîbûn girêdayî çanda xwe bû. Xalê Seyîdxanê Boyaxcî ji bo kurdan bîreke bêbinî bû. Ji ber ku li ser dengbêjî disekinî. Wekî dîroknasekî dengbêjiyê bû. Gelek dengbêj nas kiribû, bi gelek kesan re têkilî danîbû, bi gelek kesan re şevbihêrk derbas kiribû. Di bîranên xwe de behsa Mihemed Hadî dike, behsa Şakiro dike, behsa dengbêjên ku bi wan re şevbihêrk derbas kiriye dike”

Seyidxanê Boyaxçî gava jê re gotine, tiştên tu dizanî binivîse, gotiye, “Min nekarî binivîsim, min tenê got. Dengbêjî evînek e. Tevî zehmetiyan hemûyan, ya ku kir ez li ser xwe bim, gotina kilaman bû. Xelk ji kilamên min hînî gelek tiştan bû. Min tişta bihîstî got.”

Derûniya dengbêjiyê

Veysî Varli got ku dema mirov dengbêjiya wî dinêre li gorî civatê derûniya wî xurt dibû û an jî lawaz dibû û wiha got: “Di warê derûniya dengbêjiyê de gelekî pêşketî bû. Li civatê dinêrî û li gorî wê strana xwe digot. Eger stranek kêm û an jî zêde bigota û deng ji qirika wî baş derneketiba mirov digot Xalê Seydo kêfa te bi civatê nehat wî jî digot erê. Yanê kesekî zelal bû.”

Em jî bûn ap û amojin

Veysî Varli anî ziman ku Safîûdînê Ormiyeyî di sala 1260’î de bi navê Rîsaletî Şerefiye pirtûkek nivîsand, îro tevahiya dinyayê di warê matematîka muzîkê de jê sûd werdigire lê ew bi xwe di hepsê de ji ber deynan mir û wiha pê de çû:  “Gotina devê wî ye roja xwedê da jî bêxwedî bû. Li ber  destê ap û amojinê mezin bû, lê roja mir em jî jê re bûn ap û amojin.”

Nasandina Xalê Seydo

Lêkolînerê muzîkê Veysî Varli wiha behsa nasandina Seyîdxanê Boyaxçî kir: “Min ew di sala 1976-1977’an de nas kir. Wê demê li Kolana Melîkehmedê  pasaja Alman hebû li wir du bira hebûn, kaset tije dikirin û difrotin. Navê wan Muharem û Ahmed bûn. Yek jî berê li taxa Erebşêxê kesekî bi navê Îzedîn hebû berê şirînayî difrot lê piştre teyîp kirî, kaset zêde dikirin, dengbêj dianîn û dengê wan qeyd dikir. Dengê Xalo Seydo jî qeyd kir. Kasetên ku zêde dikirin li ser ereboka sê teker li cadeya Melîkahmedê û derdora Ulucamiyê difrot.

Wê demê ez jî bi muzîk û dengan re eleqedar dibûn û min cara ewil li mala Îzedîn Xalê Seydo guhdar kir. Wê demê min jê re got xalo dengê te ne Serhedî ye, got xwarzî Serhedî çi ye? Min got dengê Serhedî bilind e, wexta diqîre guhê meriv kerr dibe, dengê te dengê beriyê jî nîne, pir nerm jî nîne. Me got di navbera herduyan de çûye û hatiye, wisa me henek li hevdu kirin. Min got dengê te li stranên evîniyê tê.”

Keda wî nayê jibîrkirin

Hunermend Farqîn Azad got ku dê her tim keda wî ya pîroz û xwedîderketina wî ya li hunera kurdî bi bîr bînin û wiha got: “Heta roja îro jî bênavber ji bo vî gelî xizmet kiriye û stran gotine. Gelek heyranên Xalê Seyîdxan hebûn. Heyf û mixabin me dîrokek winda kir. Ji bo me windahiya dengbêjên mîna Xalê Seyîdxan, windakirina dîrokekê ye û xemgîniyeke gelek mezin e. Ji bo me Xalê Seyîdxan çinarekî mezin bû, me wê çinara xwe winda kir. Em dibêjin wekî Xalê Seyîdxan di demên pêş de ciwanên me stran û kilamên xwe bibêjin, li çand û hunera xwe xwedî derbikevin. Dê ev yek ji bo me bibe serbilindiyek  mezin. Kêfxweşiyeke din jî ew e ku me yekî wek Xalê Seyîdxan nas kir. Ez gelek kêfxweş im ku min ew derfet zevt kir bi wî re çend heb stran got. Me li hewşa Dîcle û Firatê gelek kilam bi hev re gotin, ez gelek tişt jê hîn bûm.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê