20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê ji Lozanê heta Cenevreyê meş were lidarxistin

Bi nêzîkbûna sala 100’î ya Peymana Lozanê, Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê ji Lozanê heta Cenevreyê meşeke dirêj a 3 rojan li dar bixe.

Meş wê di 10’ê Tîrmehê de li Lozanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike û bi dirûşmeya “Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê Biparêzin” bê lidarxistin.

Tevî kurdistanî û tirkiyeyiyan wê gelek rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, nûnerên partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê beşdarî meşê bibin. Di dema meşê de wê semîner, panel, civînên gel, konser werin lidarxistin û berxwedana mafdar a gelê kurd a li dijî konsepta qirkerî û dagirkeriyê bê vegotin.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) têkildarî meşa dirêj bang li kurdistaniyan û hêzên demokrasiyê kir ku tevlî bibin.

Banga ji bo tevlêbûna meşê

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Êdî kurdên li ser xeta berxwedanê û dostên wan, Lozan a bêhikum maye û nûkirina Lozanê qebûl nakin. Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, jin û ciwanên ji pêkhate û baweriyên cuda wê di 10-12’ê tîrmehê de ji Lozanê heta Cenevreyê ji bo sê rojan bimeşin.

Di serî de kurdên li Swîsreyê em bang li kurdan û dostên wan ên li Ewropayê dikin ku tevlî vê meşê bibin.”