25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê jin ji mirovbûnê dernekevin!

Eylem Şoreş

Dijminahiya jinan bi ‘jinan’ didin kirin. Belê di van rojên dawî de careke din bûyereke sosret kete rojeva jinan. Jina ku weke wezîra malbatê hatiye erkdarkirin jî di navenda vê bûyerê de cih digire. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakê Derya Yanik di Komîsyona Lêkolînê ya diyarkirina sedemên tundiya li dijî jinan de li meclisê daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniyê de got; ‘Di pêvajoya pandemiyê de çav li zêdebûna tundiya li dijî jinan dikare bê girtin.’

Bê guman ev peyam bû sedema nerazîbûnên jinan. Nerazîbûnên jinan dikare bê fêmkirin, ev peyam divê bi vî rengî bê nirxandin ku wek pehîneke li hemû ked û têkoşîna jinan ketiye. Rojane jinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî kuştin û tundiya li dijî jinan dadikevin meydanan û tevî hemû êrîşan jî peyamên xwe didin. Bi careke dîsa di encama polîtîkayên dij-jinan a dewletê de kesek ku weke jin tê binavkirin derdikeve pêş û peyameke bi vî awayî dide. Bi vê yekê jî ne tenê jinan di heman demê de yekitiya jinan jî hedef digirin. Ji bo ku ev jinên têdikoşin bi gumanan bikevin. Lê keseke weke Derya Yanik çiqas weke jin dikare bê binavkirin. Belkî zêdetir weke figurê pergala zihniyeta mêrserwer dikare were dîtin.

Peymana Stenbolê û têkoşîna jinan

Derya Yanik ji têkoşîna jinan a ji bo Peymana Stenbolê re dibêje; ‘Ji ber xwevekişandina ji peymanê em nikarin bêjin destkeftiyên jinan têk çûn’. Daxwaza jinan a îstîfaya Derya Yanik di vê wateyê de, di cih de ye. Lê mixabin, divê li vê derê em balê bikişînin ser ku weke Derya Yanik beriya vê jî kesên ku peyamên bi vî awayî sosret dane hene û dikare were payîn ku wê ji niha û şûnde li welatê ku ji aliyê dijminên jinan ve tên birêvebirin ev kes jî kêm nebin. Dibe ku bê bîra we, dawiya sala 2020’î li meclisa Tirkiyeyê pirtûkeke li dijî Peymana Stenbolê hatibû belavkirin. Ev pirtûk ji aliyê Yekitiya Komeleyên Malbatan ve hatibû amadekirin. Di nav de peyamên weke ‘bila dawî li Peymana Stenbolê, qanûna 6284 û newekheviya negatîf a li dijî mêran bê’ hatin dayîn. Ma piştî gavên bi vî awayî gelo çiqas dûr bû? Bi van rêveçûyînan bingeha xwepaşvekişandina ji Peymana Stenbolê hat dayîn. Bi peyamên weke Derya Yanik jî niha hewl tê dayîn têkoşîna jinan lawaz bê xistin. Lê jinan li dijî vê yekê weke her tim careke din diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wê kesên weke Derya Yanik nikaribin destkeftiyên wan têk bibin. Ji 2 mehan zêdetir jin li dijî biryara ku Erdogan da xwedî helwest in, xuyaye ku wê ji ber vê bêrêztiya Derya Yanik jî ji rêya xwe dernekevin û ji bo mafên xwe yên bingehîn têbikoşin.

Pirtûka ku hatibû belavkirin!

Belê li wir dixwazim xaleke din ji pirtûka li meclisê hatibû belavkirin bi bîr bixim. Di vê pirtûkê de tecawîza di nava zewacê de hat rewakirin û hat gotin ‘Daxwaza tekiliya zayendî di nava jin û mêrên zewicî de mafê hiquqî ye’. Niha ev pirs tê bîra mirovan ‘di qanûnên Tirkiyeyê de ger tecawiza jinan rewa be, wezîrên weke Derya Yanik ne mafdar in bi peyamên xwe?’ Xuyaye em dikarin bêjin mesele ji kesayeta Derya Yanik gelek mezintir e!

Di 8’ê Adara îsal de Erdogan rastiya welêt bi gotinan wiha bilêv kiribû: “Em nayên listîkên ku jin ango dayik, jina kesek, zarok û her wekî din ji mirovbûnê derdixin”. Belê ev çavkaniya dijberiya jinan e. Dema kesek ku jinan bi van erkan‘sînordar dike dibe serokkomarê welatekî, wezîr an jî erkdarên din ên welatê çiqasî dikarin pêş bikevin? Dibêjin a haveyn çawa ye ku nan çawa bibe. Lê di dawiya nirxandina min a vê carê de jî ez nanekî din a ji vê haveynê bi bîr bixim. Beriya 10 salan dema wezareta jinan bû wezareta malbatê, Fatma Şahîn ku tekane wezîra jin bû qala jinên qirêj kiribû.

Wê gotibû “Sedem çi dibe bila bibe kuştinan jinên ku hatin ‘qirêjkirin’ ya ji ber adetan, nîşandayînek tundiyê ne.” Ev êrîş jî di dema xwe de bûbû sedema nerazîbûnên jinan. Niha di dawî de pirsek ji bo berpirsiyaran. Gelo hûn pir digerin ji bo wan dijminên jinan bibînin, an jî hûn pişt re wan kesan vediguherînin dijminên jinan? Her çawa be wê ev lîstok bi ser nekevin û jinên têkoşêr dest ji mafên xwe yên bingehîn bernedin, ji mirovbûnê dernekevin û dê pergala heyî têk bibin!