25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê komîte bicihanîna biryarên MSD’ê bişopîne

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 25’ê Mijdarê de Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xistibû. Zêdetirî 300 kesayetên ji seranserê herêmên Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûbûn. Kongre piştî lidarxistina 13 panelan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca naskirina nêrînên aliyên siyasî û şêniyan li ser Rêveberiya Xweser û pêwîstiyên herêmê, pêk hatibû.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de, behsa plan û makenîzmeya xebatên komîteya şopandina biryarên Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê kir.

Komîte hatin avakirin

Îlham Ehmed diyar kir ku komîteya şopandinê civîna xwe ya yekemîn li dar xistiye û plana pêkanîna biryaran dayî û destnîşan kir ku di radeya yekemîn de rêveberiya xweser ji pêkanîna wan biryaran berpirsiyar e û wiha got: “Komîteya şopandinê ku di kongreyê de hatibû avakirin civîna xwe ya yekemîn 30’yê mijdarê li dar xist. Di civînê de 3 komîte hatin avakirin, erka wan çavdêriya xebatên komîte û desteyên Rêveberiya Xweser e.”

Dê biryarên kongreyê nîqaş bikin

Ehmed di dewama axaftina xwe da zanîn ku dê Rêveberiya Xweser biryarên ji kongreyê derketine bi hemû dane û pêdiviyên wê nîqaş bike, alternatîfan pêşniyar bike û piştre dest bi pêkanîna wan biryaran bike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku hin biryarên wekî yên girêdayî hêzên ewlekariyê, gumrik û hwd. dê di demeke kin de pêk bên. Her wiha diyar kir ku hin pêkanînên biryaran jî hene, yên wekî hilbijartin, amadekariyên wê û xebata ji nû ve sazkirinê, demeke dirêj dixwazin. QAMIŞLO