16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê komxebata pêşîligirtina şerê navxweyî dest pê bike

KNK-Rojava bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” amadekariyên lidarxistina komxebateke berfireh dike. Ev komxebat dê di 8’ê tîrmehê de dest pê bike.Tê payîn ku komîteya amadekar vexwendinê ji tevahiya partî, rêxistin, blokên siyasî yên kurdî, rewşenbîr û kesayetên welatparêz re bişîne. Armanca sereke ya ji vê komxebatê ew e ku li dijî xeteriyên li ser gelê kurd were sekinandin, nexasim di vê qonaxê de ku dewleta tirk êrişî herêmên başûrê Kurdistanê dike û hewl dide di navbera kurdan de şerekî navxweyî derxîne.

Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso kêfxweşiya xwe bi lidarxistina komxebata di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava de nîşan da û wiha got: “Ev gav her çiqasî bi derengî be jî ewqasî pîroz e, diviyabû ku beriya deh salan komxebatên wiha bihatana lidarxistin, ji ber ku pêwîstiya gelê kurd bi çalakiyên neteweyî yên mîna vê heye.”

Divê gelê Başûr serî hilde

Mexso diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê sîwana hêzên kurdî û kurdistanî ye û amadekariyên wê yên lidarxistina komxebatekê bi armanca sekna li hemberî êrişên Tirkiyeyê, pir girîng e û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk mafên gelê kurd diçewisîne û hewl dide kurdan qir bike, niha jî êrîşê başûrê Kurdistanê dike, ji ber vê yekê divê gelê Başûr li dijî êrişên Tirkiyeyê serî hilde.”

Ebûd Mexso da zanîn ku divê xwepêşandanên li başûrê Kurdistanê yên li dijî dewleta tirk neyên astengkirin û rabûna li dijî êrişên dewleta tirk erka her kurdekî ye.

Tirkiye dixwaze şerekî navxweyî derxe

Mexso bal kişand ser siyasetên dewleta tirk û wiha pêde çû: “Dewleta tirk hewl dide li Kurdistanê şerekî navxweyî derxe. Lê divê em li dijî van hewldanan bisekinin, ev şer dê bandorên mezin li civakê, têkoşîn, çand, mîrateya wê bike û dê pêwîstiya civakê bi dehan sal hebe heya ku ji van bandoran rizgar bibin.”

Mexso bang li hemû hêz, partî û blokên kurdî kir ku erka xwe ya dîrokî bi cih bînin û di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de tev bigerin da ku êrişên dewleta tirk  têk biçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê piştgiriya tevahiya însiyatîf û komxebatên bi mijarên redkirina êrişên Tirkiyeyê û pêşîlêgirtina şerê hundirîn dikin. Ev yek berpirsyariya her ferd, rewşenbîr û nivîskarekî ye.