25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li dijî qeyranê li qadan bin

Endamê Platfoma Ked û Demokrasiyê û Serokê Odeya Endizyarên Çandiniyê ya şaxa Amedê Abdulsamet Ucaman destnîşan kir ku li dijî qeyrana aborî pêngavek nû dane despêkirin û wiha got: “Em ê li qadan bin.”

Li dijî qeyrana aboriyê bertekên sazî û sendîkayan zêde dibe. Pêkhateyên platform, sazî û sendîkayên kedê li dijî vê rêveçûnê dadikevin qadan. Di serî de Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo balê bikişîne ser vê rewşê û ji vê polîtîkayê re bêje bes e, rojane li tevahiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakiyên cihêreng li dar dixin. Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Serokê Odeya Endizyarên Çandiniyê yê Şaxa Amedê Abdulsamet Ucaman, li ser rewşa aborî xebat û têkoşîna li dijî vê rêveçûnê ji bernameya podcasa Xwebûnê re axivî.

* Wekî sazî û sendîkayên bi kedê re eleqedar hûn vê rewşê aborî ji nêz ve dişopînin. Tirkiye ber bi kuderê ve diçe. Divê li dijî vê rewşê çi bê kirin?

Ev pergal hemû beşên civakê kiriye bin bandora xwe. Li ser çandiniyê polîtîkayek çewt dimeşîne. Çandinî qedandin. Li ser xwezayê texrîbatên pir mezin çê kirin. Ev yek jî li ser şer, dijwarî û pişaftina civakê dan meşandin. Heke pergal û polîtîkayeke wiha bê mişandin bêguman dê aborî jî jê bandor bibe.  Ev bi xwe re jî rewşeke kaotîk afirandiye û di civakê de bêhêviyeke mezin daya avakirin. Nediyare ku civak dê çawa dikaribe tev biger e. Ji ber vê yekê kêmasî tenê xwe di aboriyê de nîşan nade, di hemû başên civakê de xwe nîşan dide. Refleksên civakê jî wekî organîzmayekê ye. Heke nexweşiyek hebe divê bertekê nîşan bidin. Li gorî nerîna me civak ji vê rewşê gelekî bi bandor bûye. Niha ji ber zor û zextên pergalê civak tenê bi lêv dike. Ji ber bilindbûna dovîzê niha codkar nikarin tov bistînin, nikarin gubre bistînin, nikarin derman bistînin û nikarin çandiniyê bikin. Lewma jî kesên ku niha çandiniyê dikin bê gubre erdên xwe diajon. Ji ber vê yekê dê hilberîna wî kêm be. Ji ber vê yekê qeyranê bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Hin malbat hene nikarin nanekî bistînin. Divê civakê bibe yek û bibêjin em vê rewşê qebûl nakin.

* Daketina kolanan a karker û kedkaran dikare rê li ber vê rêveçûnê bigire û dê encameke çawa bi xwe re bîn e?

Niha civak bibe yek an dê ev pergal xwe biguherîn e, yan jî wê biqed e. Çimkî em bi vê bawerin. Îro nebe sibê, sibê nebe dusib ev pergal neçare ku bê guhertin. Ev yek pêngaveke destpêkê ye.

* Wekî Platform û Pêkhateyên KESK’ê nexşeya we ya çalakiyan çi ye û li dijî vê rewşê hûn dê çi bikin?

Em pêkhateyên bajar ên platformê ne. Gelek sazî, dezgeh û ode di nav vê platformê de cihê xwe digire. Em  bi yek dengekî dibêjin êdî vê siyasetê, vê şêwazê û vê politikaya ku civak xitimandiye û him di warê exlaqî û polîtîk de civakê diqedîne qebûl nakin. Emê li hemberî vê rewşê derbikevin û pêşerojê jî emê saz bikin. Ji bo pêşerojê em tev li pergaleke wiha nabin û vê pergala heyî em qebûl nakin.

* Hûn dikarin hinekî qala amadekariya mîtînga 18’ê kanûnê bike?   

Ev pêngava me ya serî ye. Emê bi dirûşmeyên xwe li qadan bin.  Em tenê bi mitîngekê naqedînin. Em ê di pêşerojê de jî mitîng û çalakiyên wiha pêk bînin. Hemû sazî û platform, em ê bi yek dengî bêjin em vê yekê qebûl nakin. Em vê pergal û polîtîkayê qebûl nakin. Ev siyaseta yek kesî ye. Lewma jî emê li dijî vê rewşê li qadan bin.

* Li gorî xebat û çavdêriyên we herî zêde kîjan beşa civakê ji vê qeyranê bi bandor dibe?

Hemû civak ji vê pergalê bi bandor bûye. Jiber ku civak êdî nikare xwe bigihîne qût û zexîre. Çimkî her tişt bûha bûye. Civak gelekî tengezar bûye. Di pêşerojê de evê bibe kaoseke civakî û dê xisarên mezin bide civakê. Ku bi vê siyasetê bidome dê xela derkeve.

* Ji bo heqê herî kêm hûn çi dibêjin?

Niha 5 hezar jî têra kesî nake. Ya din her roj her tişt zem dibe. Ji ber wê jî nediyariyek heye. Rojane buhayê her tiştî zêde dibe. Di rewşeke wiha de ji bo salane diyarkirina heqdestekî dê di cih de nebe, xetere ye. Ji ber vê jî niha rewşeke pir tev li hev heye.

* Niha rewşek OHAL’ê heye. Ev rewşa OHAL’ê dê rê li ber rewşeke çawa veke?

Li herêmê ev 5 sal in ji xwe rewşeke awarte bi fîîlî heye. Her çiqas bi fermî tune be jî di pratîkê de heye. Her roj qedexe tên îlankirin. Çalakî, şahî û tiştên din tên qedexekirin. Em vî tiştî dibînin. Ji bo dengê me û civakê neyê bihîstin tepisandinek heye û didin meşandin. Ji xwe niha em di rewşa awarte de dijîn. Ha em vî tiştî xebûl dikin? Na. Rewşa awarte be jî emê dengê xwe bilind bikin. Nebe jî em bi vî awayî tu carî gav paşve navêjin. Ji ber ku em heqîqetekê bi liv dikin û civak jî ji vê rewşê nerazî ye. Pêşerojê rewşa awarte bê îlankirin jî dê bibe sedema çûyîna hukumetê ya bi lez.