25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê xelkê Başûr dijî Tirkiyeyê çek rake’ 

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hemramî, diyar kir ku PKK ne terorîste û got; “Gerîla dijî DAIŞ’ê rolek baş leyîstin, kurê min bi xwe li gel wan perwerde dît. Ger YNK tevlî şerek navxweyî bibe, ezê dev jê berdim. Ger rewş wisa biçe, wê xelkê Başûr dijî Tirkiyeyê çek rake.”

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yê herêma Kurdistanê Cemîl Hewramî ji Ajansa ROJNEWS’ê re axivî û bal kişand ser yekitiya gele kurd. Hemramî li ser parçebûna nav mala kurdan û wiha got; “Nabe weke rewşa niha, her kes bi awazek bixwîne. Ji ber ku heya niha yek peyamiyek nînin, em negihiştine armanca xwe. Me li ser xeteriya herêmê gelek hişyarî dane aliyên siyasî.  Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê jî heman axaftina me kir û got, wisa nebêjin ku wê her tim statûya herêmê wiha bimîne.”

Cemîl Hewramî behsa talankirina xwezaya Kurdistanê jî kir û da zanîn ku li Efrîn dar ji qurm tên hilkandin, li Behdînan jî dar tên birîn û Tirkiye difiroşe. Hewramî diyar kir ku daran dibirin û piştre jî berhemên wan difiroşin kurdan. Cemîl Hewramî di dewama axaftina xwe de dibêje; “Tirkiye terorîste, PKK li Stenbol, Enqerê kesek ne kuştiye. PKK li nav bajarên xwe parastina xwe dike. Gotina terorîst ya ji bo PKK’ê ji bo me nexweşe. PKK ne terorîste, Tirkiye xelkê medenî şehîd dixe, bax û baxçeyê xelkê dişewitîne. Ger wisan biçe, wê xelkê başûr neçar be li dijî tiriyeyê çek rake.”

‘Eger pirsgirêkên bakurê Kurdistanê bê çareserkirin dê hemû pirsgirêk bêne çareserkirin’

Serokê Pêşmergeyên Dêrîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peyamên Mam Celal Talebanî yên ji bo bakurê Kurdistanê jî û wiha dom kir; “Mam Celal ji bo bakurê Kurdistanê digot, navenda Kurdistanê. Di got ger pirsgirêka bakurê Kurdistanê were çareser kirin, wê pirsgirêka hemû kurdan çareser bibe. PKK’ê bi rezamendiya hikumetê ku hikumet nîvî YNK nîva di jî PDK bû, di sala 1992’an de lihevkirin. Bi wesayîtên hikumetê gerîla birin Zelê.”

Cemîl Hewramî behsa rola gerîla ya di şerê DAIŞ’ê de jî kir û wiha axivî: “Di çeperan de gerîla xwedî rolek baş bûn, min kurê xwe jî li Xurmatî dema şerê dijî DAIŞ’ê şand gel gerîla. Wê demê kurê min hat perwerde kirin, niha kurê min çeka qernas gelek baş bi kartîne.”

Hewramî derbarê hewldanên ji bo lidarxistina şerek di nava Kurdan de jî wiha got; “Eger YNK tevlî şerê navxwe yê li gel her parçeyek Kurdistanê bibe, ezê di guleya yekem de dev jê berdim. Beşek ji biraderên min yên di nava PDK’ê de jî ji vê rewşê nerazîne û li gorî wan jî nexweşe.”