spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê yekitiya gelan dagirkeriyê têk bibe

Tirkiye ji roja ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye ve bênavber êrîşên xwe didomîne. Herî dawiyê balafirên Tirkiyeyê yên bêmirov di 9’ê mijdarê de êrîşek li Qamişloyê pêk anî. Di êrîşa ku li taxa Hilêliyê pêk hat de Yûsif Gulo û du neviyên wî yên bi navê Mazlûm û Mihemed Gulo jiyana xwe ji dest dan.

Bi deh hezaran qamişloyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û cenazeyê malbata Gulo spartin axê. Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif axivî û diyar kir ku Apê Yûsif jiyana xwe xistibû xizmeta doza kurd û Kurdistanê.Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk bi rêya hedeftgirtina kesayetên welatparêz dixwaze vîna gelan bişkîne û wiha got: “Em ji Erdogan re dibêjin me bi şehîdan dest pê kir, şoreş bi şehîdan berdewam dike. Em natirsin ku, şehîdan bidin.”

Li hemberî van êrîşên dewleta tirk her çiqas ji tu dewletên navneteweyî bertek nehatibin nîşandin jî li hundir û derveyî welat gelê kurd, dostên wê, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen, sazî û dezgehan bertek nîşan dan û derketin qadan.
Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) komkujiya ku dewleta tirk li Qamişloyê pêk anî, şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe bike.

Banga MSD’yê

MSD’ê di banga xwe de wiha got: “Em bang li civata navneteweyî dikin ku qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike. Em banga helwestên navneteweyî yên li hemberî sûc û binpêkirina peymanan, dikin. Ev yek diyar dike ku rêzdariyê nadin qanûnên navneteweyî. Em banga parastina aramiya herêmê dikin. Bi rêya ferzkirina qedexeya firîna balafiran dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xetereya rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ`ê rizgar bibe.”

Bi hezaran kes derketin qadan

Bi hezaran welatî li bajarê Qamişloyê li dijî komkujiya Hilêliyê bi dirûşmeya ‘Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin’ meşiyan. Bi hezaran qamişloyî ji qada Şehîd Xebat berê xwe dan mala malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê. Girseyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê hêrsa xwe nîşan dan.
Ji Helebê heta Girkê Legê û Til Hemîsê bi sedan şêniyên bajaran bi meşê êrîşên dewleta tirk şermazar kirin.

Dewlet krîzê bi êrîşan vedişêre

Der barê mijarê de nivîskar û şîrovekarê siyasî Mustefa Ebdo axivî û wiha got: “Di demên dawî de, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û gefên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirine. Hin sedemên van êrîşan girêdayî rewşa Sûriyeyê ye, hin jî girêdayî rewşa cîhan û Tirkiyeyê ne. Dewleta tirk a faşîst di hundirê xwe de, di nav krîzan de ye. Di mehên borî de, siyaseta wê li tevahiya qadan têk çû, lewra ew dixwaze bi êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin armancan bi dest bixe.”

‘Dixwazin projeya me têk bibin’

Ebdo da zanîn ku ji bo têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dê dewleta tirk serî li her rêbazê bide û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirk heta niha ji Amerîka û Rûsyayê re erêkirineke li gorî xwesteka xwe -ku bi êrîşan qirkirina gelê Rojava ye-, negirtiye. Lê fikarên ku vê erêkirinê jî bigire hene. Gefên dawî yên dagirkeriyê di asteke bilind û cidî de ne û ji bo wê jî amadekariya xwe kiriye.”

Mustefa Ebdo li dijî êrîş û gefên dewleta tirk bal kişand ser girîngiya yekitiya gelên herêmê û wiha domand: “Pêwîst e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev cihê xwe di nava berxwedana azadiyê de bigirin. Dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo gelên herêmê tevan xeter e. Lê dê yekitiya gelan hewldanên dagirkeriyê bêbandor bike û dagirkeran ceza bike. Vîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê mezintir e.”

Dixwazin dagirkeriyê fireh bikin

Mustefa Ebdo têkildarî dijminatiya dewleta tirk bi gelên resen re û rêbazên wê yên qirkirinê wiha axivî: “Bi armanca tunekirina gelên resen, dewleta tirk serî li her rêbazê dide. Bi taybetî gelê kurd dike armanca êrîşên xwe û li hemberî wan planên qirêj zêde kirine. Ji ber wê divê gelên herêmê hişyar bin û bi şerê taybet neyên xapandin.”

Mustefa Ebdo di axaftina axaftina xwe de ji bo xirakirina planên dagirkeran ji gelên herêmê xwest ku bibin destek û wiha got: “Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku li destkeftiyên xwe yên şoreşê xwedî derkevin û tev li nava berxwedana azadiyê bibin. Divê her kes di aliyê fikrî û fizikî de xwe perwerde bike û pêş bixe. Yekitiya gelên herêmê wê dagirkeran ji holê rake.”