spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ sewalan dikuje û çandiniyê tune dike

Li gundên navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê ji 16’ê gulanê ve bi hinceta ku deynê gundiyan hene, ceyran hatiye birîn. Bi birîna ceyranê re av jî li gundiyan hatiye qutkirin. Vê yekê jî li gundan encamên gelek giran bi xwe re anîne. Ji ber havîne avên çem û newalan jî ziwa bûne û sewalên li van gundan nikarin xwe bigihînin avê û ji tîna dimirin. Gundiyên ku ceyran û ava wan hatine birîn, ji rojnameya me re axivîn û qala rewşa xwe ya tê de ne kirin.

Keyayê gundê Selmê yê navçeya Dêrikê Sultan Arda, diyar kir ku Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta ku deynê wan heye, ceyrana wan birîne û wiha got: “DEDAŞ’ê ceyrana xeta avê qut kiriye. Li ser xeta ku ceyrana wê hatiye birîn 100 bîr hene. Dibêjin heta ku hemû xwediyên bîran deynê xwe nedin dê ceyranê bernedin. Ji ber ku fatore gelek giran in kes nikare deynê xwe bide. Fatoreyên ku ji gundiyan re hatine gundî garisê xwe hemû bifiroş in jî nikarin razînin. Li gelek gundan qurta ava vexwarinê nemaye, sewalên gundiyan ji tîna dimirin. Gel perîşan bûye.”

75 hezar TL fatore birîne

Ji heman gundî cotkar Hasan Taşkiran jî destnîşan kir ku 75 hezar TL deynê ceyranê jê re hatiye û ceyrana wî hatiye birîn û derbarê rewşa xwe de ev tişt anî ziman: “Ji ber deynê DEDAŞ’ê me îsal erdên xwe yê garis vala hişt. Ka gundî van fatorayên ku ewqas zêde biha hatine wê çawa bidin? Fatoreya min tenê 75 hezar TL hatiye. Ez îsal çandina garis bikim jî vala ye, jixwe perên ji wan garisan werin jî encex têra fatoreyên av û ceyranê bike.”

Sewal ji tîna dimirin

Ji gundê Menteşiyê Hemdiye Aksoy, da zanîn ku ceyrana gundê wan ji 16’ê gulanê ve hatihye birîn û bi van gotinan qala rewşa ku tê de ne kir: “Ji rojiyê ve ceyran û ava me tune ye. Em rezîl bûn, heywanên me mirin. Em ji bo vexwarinê avê ji gundên din tînin. Em sibê heta êvarê avê li ser milan dikişînin. Ev du meh in hê me wekî mirovan serê xwe û cilên xwe neşûştine. Me tankêra avê jî kirî lê disa jî têra tu tiştî nake. Gelo bê av em ê çawa xwe ji nexweşiya koronayê biparêzin?

Beyî binêrin fatoreyan dibirin

Sultan Aksoy jî bi lêv kir ku li gundê Menteşiyê nêzî 10 hezar pez heye û der barê zehmetiya ji ber birîna ceyranê û tunebûna avê dikişînin ev tişt got: “Ji bo pezê xwe em avê bi neqlan û tankêran ji çolan tînin. Dewletê Serêkaniyê kir qada cotkariyê lê yên me ne wisa ne. Fatoreyên wan tên 3 hezar TL ên me tên 30 hezar TL. Em vê nêzîkatiya siyasî qebûl dikin. Bîreke birayê min heye, 2 sal in nehatine lê nenihêrîne lê trîlyonek fatore birîne.