24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delal e û ker wenda bûye

Îbrahîm Osman

Zilamekî feqîr ê belengaz hebû, haşay hizûra we, kerekî wî yê emegdar hebû. Debara wî û mala wî tev li ser pişta kerê wî bû. Ango çerxa aşê mala wî, li ser pişta kerê digeriya. Ji xelkê re dar dikişandin, bar dikişandin pê mala xwe û zarokên xwe xwedî dikirin.

Rojek hat û qewimî, kerê wî wenda bû. Kes nizane bê hinekan ker dizî, yan kerê reben ji jiyana xwe aciz bû sike rakir û revî, yan bû qûtê gurên birçî. Zilamê reben ma rût û tazî. Per û baskên wî şikestibûn. Bi şev û rojan li kerê xwe geriya. Derek nema û se nekir, şopek nema û neajot. Kêliyeke bi tenê piyên wî nebûn cot, bê rawestan li her ciyên ku guman jê dibir, geriya. Lê te digot qey ker bûye dilopek av û di deryayê de hilyaye, bûye stêrkek bi ezmên ve hilkişiyaye, yan bûye reşikekî şevê û di tariyê de biliyaye. Kerê malikwêran tu nîşanek yan şopek li pey xwe nehîştibû.

Zilam çiqasî geriya ne kerê xwe dît ne jî şopa wî. Êdî ji gerê bêzar bûbû. Li ser halê xwe ponijî. Ji xwe re got; “Wiha nabe. Min kerê xwe nedît, zarok li malê birçîne. Divê ez çareyekê bibînim da ku zarokên min ji birçîna nemirin.”

Zilam nêta xwe xerab kir, ji neçarî dest bi diziyê kir. Şevekê ji bo diziyê ket malekê. Mal xir û xalîbû, xwediyên malê ne li mal bûn. Zilam hîn karê xwe neqedandibû ji nişkave xwediyê malê û jina xwe ji derve hatin. Diz derfet nedît ku bireve. Fersend jê hatibû standin. Hema xwe xist bin kulînê, xwe mit kir û di cî de mîna termekî melisand.

Tep tepa dilê wî ye. Lê her guhdariya xwediyê malê dikir. Xwediyê malê û jina xwe derbasî nav nivînên xwe bûn. Hev maç kirin û pev şa dibin. Zilam ji jina xwe re dibêje; “Jinê, çavên te mîna deryayê ne, çi gava ez lê dinêrim masî lê avjeniyê dikin. Çavên te ewqasî xweşik in gava ez berê xwe didimê, stêrk tê de diçirûsin. Çavên te mîna deştekêne, ez çiqasî bala xwe didimê gul û kulîlk lê dibişkivin.”

Diz jî di binê kulînê de, her bi bêdengî guhdariya wan dikir. Di dawiyê de êdî hew xwe ragirt. Ji binê kulînê derket û ji xwediyê malê re got; “Ez bi qurbana te bim, ka li çavên min jî binêre, bê ma tu kerê min tê de nabînî?”

Xwediyê malê got; “Kuro tu li mala min di bin kulînê de çi dikî?”

Diz rabû serpêhatiya xwe ji serî heta dawî ji xwediyê malê re got. Ew qanih bû. Jinikê ji mêrê xwe pirsî; “Ev mirovê xerîb çi dibêje?”

Xwediyê malê ji jina xwe re got; “Delal e û ker wenda bûye!“