Rojnameya Heftane

“Delîlo delîlo dest(d)anê..”

Bêriya ku rê me bibe, dibir jêbirka me, ji çîroka evînê. Ma ne ew cih bihuşta me bû, li ser singê. Dema me serê xwe dida ser, ser bi ser mezin dibû keskesor li ber. Sêr bû, di nav kefa destan de. Destan ji me dikir, dikirin em zînê bê mem! Me gotin didewisandin, me radihişt hemû rêyên dojehê û em diçûn. Diçûn em, evîn dima di dewsa me de.

-kes ji kesan diçû, lê evîn ji dilan nediçû!

Me bêriya xwe dikir ji çavên sewdayan û me şerma xwe dikir leheng û me li ba xwe dida rûniştandin. Rûdinişt tenêtiya me û me çîroka xwe bi awazeke şewat digot di ber de… Miradê me di ber me de dima weke aveke tahl. Tahl e gotinên evîndaran. Dişikîne hezar şûşeyên dil û şevan. Şev bû! Li me digeriya. Digeriya destên me di çola destanên me de. Lehengên me bi hêştiran li dû kerbeşan diket. Diket yeko yeko stêrkên me ji eniya me, tovên me li axa xerîb diket. Diket gotinên kilaman;

“delîlê gozê lê nemayê, avê çem û kaniya sar e çi bikim malê dinyayê, delîlê doz lê nemaye, delîlê lê gozê lê nemayê, avê çem û kaniya sar e çi bikim malê dinyayê, delîlê gozê lê nemayê bê te sebra min nayê.”

Giranî, sivikayî, milanî xwe dabûn kêleka koçeriyê bi destmala şînêtarî. Ne me dev ji giraniya xwe berdida û ne me milê xwe dikir dîlanî. Dilê me dianî hesret û li ber deriyê me datanî. Me deriyê xwe dadida ji dildaran û me qefle qefle kelmêşên reş dikirin mêvanî… Me xwe li dû xwe dihiştin ji milkê mîranî. Mîrzoyên me dibûn xulam li bihuşta biyanî. Biyanî bûbûn destdanên me ji me. Fêkî nedigirtin darên dilên me. Yeka me nedibû heft. Bihara me nedibû aheng. Dawetên me bêkes diman, ereb û kihêl kulek… Donzdeh zirne û def bi nifirek li ber bayê windabûnê diketin bi siwarên zemanan…

Me di xewnên şevan ên zemanan de, dengê berbûyan dibîhistin ji çermê defan. Şikestina kûzên bi şekir, dibû baran li emrê zarokatiyan. Me xwe hol dikir, me xwe çeng dikir, me xwe bi toza şekir dikir. Şekir dibû ramûsan li hinarûkên yaran. Sê caran dewsa xwe dihişt li şaneşînên berbangan.

Hêdî hêdî em winda dibûn. Kulîlkên me ji fîstanên me yên çiftexasê diketin û birînên me ji dilên me. Êdî qalik nedigirtin evînên me. Robarên çavên me zuha dibûn, me kenê derewçîn dikir parî û me li parsa xwe dikir sedeqe… Gotinên zarokatiyê dadiweşandin weke toza genimên zer û li xeybaneyan ba dikir.

Me detoyên xwe li çûçan, çûçiyên xwe li biva dixist ji şêraniya zaroyan û me navê dayê û bavo li ferhengan dixist. Me dilê xwe li şevan dixist. Şevên ji zilûmatan, ku ji bilî xwedayan şahidê me tune bû, mohra qederan reşê qetranî bû. Her berbang li ber roja me qurnisandî bû.

Beriya ku rê me bibe, dibir jêbirka me, me ji çîroka çîrokê. Ma ew ne destmala sor a bi neqişkirî bû di paxila me de. Li ser dara jiyanê li benda kurê Mîrşahî. Kê em temdan bîra avê? Em çawa bûn gula avê? Di ber guhên lawên kurmênc de, çawa bûn kilama binyadê. Erê yadê, delîlê dilê me doz lê nemaye, çavên reşê tarî lê heyirî maye. Her çiqa bibêje heyva me ronî ye, siyek ji destê xweda li ber royê ye.