spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema qêrîna aştiyê ye

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê daxuyanî da. Rêveber û nûnerên saziyên ked û demokrasiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta “Dem Dema Qêrîna Aşîtiyê – Wext Wextê Berzkerdîşê Vengê Aşitiyê Yo!” daliqandin. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Suleyman Bozkûrt daxuyanî da. Bozkûrt, destnîşan kir ku li dijî şer aştiyê dixwazin û jiyanek bêşer a bi hev re mimkin e. Bozkûrt destnîşan kir ku ew bi berxwedan û têkoşînek rêxistinkirî dikarin li dijî şer bisekinin û wiha got: “Em bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di roja 4’ê îlonê de mitînga aştiyê li dar dixin. Ji bo em bêtir aştiyê qîr bikin, dixwazin beşdariyek bi heybet çê bibe. Em hemû gelê Amedê û derdora Amedê vedixwînin mitîngê.”