Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhîlatê Sûrîyeyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziya Sûriyeyê rola sereke dilîze û yekane rêya çareseriyê ye, heta niha jî wekî fermî nehatiye naskirin.
Têkildarî vê mijarê Endamê Rêveber ê Nivîsgeha PYD’ê ya Şedadê Mihêdî El-Dixîm axivî.
Mihêdî El-Dixîm destîşan kir ku Rêveberiya Xweser rêya yekane ya xilaskirina Sûriyeyê ji aloziyê ye û da zanîn ku kombûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora rêveberiyê ji her kesî ve eşkere ye.
El-Dixîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser modela rasteqîn a li Rojhilata Navîn e û wiha got: “Tevî hemû barên ku hilgirtine û bi derfetên wê yên kêm, pêngaveke baş bi xebata xwe ya rêxistinî û rêvebirinê di 4 salên borî de pêk anî. Rêveberiya Xweser modeleke bêhempa ye û pêwîstiyên civaka xwe pêk anî û li ser bingeha jiyana hevbeş piştevaniya sereke ji hemû pêkhateyan re kir.
Her wiha Mihêdî El-Dixîm derbarê naskirina Rêveberiya Xweser axivî û ev tişt anî ziman: “Dem hatiye ku civaka navneteweyî bi şêweyekî fermî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ku bi vîna pêkhateyên herêmê hat damezirandin û di demeke kurt de gelek destkeftî pêk anîn.
Rêveberiya Xweser barên giran hildigire
El-Dixîm eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên civaka sivîl ku ji aliyê gel ve tên birêveberin, li ser aborî, tenduristî û hwd. li gelek qadan xizmet pêşkêşî gel kirin û wiha pêde çû: “Rêveberiya Xweser barên giran ku dewletên mezin nikaribûn rakin, hildigire û kampên ku bi rê ve dibe, mînaka vê yekê nîşan da.
El-Dixîm wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê bi lez îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin û wek rêveberiya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û balyozxaneyên dewletên dost li ser xaka wê werin vekirin.”