23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema Azadiyê ye

Civînên KCD û DBP’ê yên Dema Azadiyê ye didomin. Îro jî li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Misirca Sêrtê civîna xwe berdewam kirin. Hevserokê KCD Berdan Ozturk û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir beşdarî civînê bûn. Beşdaran di civînê de pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin, ji bo jiyanê edalet ” û “Em ê tecrîdê bişkînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin” daliqandin. Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku AKP’a li hemberî têkoşîna gelê kurd li ber têkçûnê ye û bi girtina HDP’ê hewl dide serketineke derew ragihîne û got: “Heger kesek bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Heger nekin, divê bê zanîn ku kurd tên xapandin. Gel dixwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Em jî ji bo rakirina tecrîdê divê li gund, tax, bajarok, navçe û bajaran ango li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Sebra gelê kurd û dostên wan li hemberî tecrîdê nemaye.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye asta îşkenceyê û wiha got: “Gelê kurd niha di nava tecrîdê de ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li hemû qadên jiyanê belav bûye. Kurd vê yekê qebûl nakin. Em dizanin ku yek ji armanca tecrîda li ser Ocalan dûrxistina gelê kurd ji felsefeya Ocalan e. Ne tenê kurd, hemû gelên cîhanê di bin tecrîdê de ne. Di salên 2013 û 2015’an de xwîn nehat rijandin. Lê îqtidar û hevkarê wê MHP’ê dawî li vê pêvajoyê anîn û êdî xwîn diherike. Ku tercîd bi dawî bibe û diyalog dest pê bike dê rijandina xwînê raweste. Tu xeber ji Ocalan nîne. Ev rewşek pir cidî ye. Cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.”