20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema dilopa dawî di ser re avêt û bû lehî

Gelo wê heya kengî ev êrîşên dagirkeriyê yên dijmirovî dewam bikin? Dema ez vê yekê ji xwe dipirsim, di serî de fikira min diçe qada şer. Pişt re diçe cem dayîkên ku dilê wan disoje. Em roj bi roj bang û hawara dayikan dibînin û dibihîsin. Roj bi roj wan nûçeyan dixwînin û parve dikin. Ji serê vê mehê ve li deriyê sînor yê Sêmalkayê di serî de dayik, malbatên cangoriyan ji bo cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne. Çiqas trajîk e newisa? Destpêkê bi hovane êrîş dibin ser, şehîd dixin û bi ser de jî îşkencê li malbatan dikin. Ev rêbaza dewleta tirk e. Ji ber ku di hovîtiya xwe de ti sînoran nas nakin. PDK jî xeta dijmin dişopîne û bi heman rêbazî êrişî gelê kurd û şervanên wê dike. Niha em biçin destpêka bûyerê.

Dewleta tirk di 23’yê nîsanê de bi helwesta dagirkirina axa Kurdistanê dest bi şerê li Herêmên Parastinên Medyayê kir. Ev ne cara ewil e ku eskerên tirk li wir derb ji gerîlayên HPG û YJA Starê dixwin. Lê ji ber ku dijminê xwînmij piştî Garê nikare binketineke din rake bi hemû rêbazên qirêj li wir êrîş dibe ser gerîlayan. Mijareke sereke ya di vê şerî de hevkariya PDK’ê ye. Ya din jî êrîşên bi çekên kimyewî ne. Dema em bikaranîna çekên kimyewî bigirin dest, ez destpêkê dixwazim vê pirsê bipirsim? Dewleta tirk wan çekên qaşo qedexekirî ji ku distîne? Belê ez bawer dikim hema bêje herkes bersiva vê pirsê dizane. Ji bo yên ku nizanin: Ji dewletên Ewropayê. Yek ji dewletên ku xwe bi ser firotina çekan dewlemend kiriye jî dewleta Almanya ye. Parlamentera partiya çepgir ya Almanya Gokkay Akbulut hefteya çûyî pêşnûmepirsek pêşkêşî hikûmeta Almanyayê kir.

Bersiv ji bêdengiyê cudatir nînin

Parlamenter Gokkay Akbulut di pêşnûmepirsa xwe de pirsîbû gelo haya hikûmeta alman ji êrîşên bi çekên qedexkirî heye? Ev pirs di cih de ye. 2 roj piştî pêşnûmepirsê jî bersiv hat dayîn. Heya niha dewletên Ewropayê û cîhanê bi giştî xwe li bêdengiyê girtin, hevkar jixwe bêdeng dimînin. Bersiva hat dayîn jî ji vê bêdengiyê ne cuda bû.
Musteşarê Wezareta Karê Derve Miguel Berger gotibû; hikûmeta Almanya bûyerên ku li bakurê Iraqê rû didin ji nêzîk ve dişopîne û bi muxataban re di nava hevdîtinê de ye.
Musteşarê wezareta karê derv gok avêt ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW û îdîa kir ku OPCW pêkanîn yan jî nepêkanîna Peymana Qedexeyê ya sala 1997’an dişopîne.
Lê nûçeyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî tiştekî cuda nîşan didin.
16’ê cotmehê ajansa nûçeyan ya Firatê nûçeya 3 gerîlayên ku ji êrîşa bi çekên kîimyewî ya dewleta tirk filîtîn weşandibû. Gerîlayan di nirxandinên xwe de bi detayan qala bandora gaza jehrî kirin. Dema min ev nirxandin guhdar kir, dîsa ev pirsa yekem hat bîra min lê gerîlayan di nirxandinên xwe de peyamek gelek girîng anîn ziman. Wan gotinên Şehîd Botan Ozgur bibîr anî ku gotibû; leşkerên tirk ewqas ditirsin ku dema dengê bêhna hevalên me ji nêz ve tê jî newêrin xwe nêz bikin. Rastî jî ew gotinên ji şervanekî azadiyê, ne mimkun e ku mirovan bêbandor bihêlin. Tirs kete nava dilê dijmin.

Gerîla bi rola pêşengtiyê radibe

Ji bo xwe bi hêz bike, PDK hevkariyê bi dagirkeran re dike. PDK’ê her çi qasî xwest bi veşartî tevgera xwe ya li dijî gelê kurd pêk bîne jî ev yek nebû. Bi zexta dewleta tirk êdî ev veşartîbûn jî nema. Her tişt niha li holê ye. Hikûmeta başûrê Kurdistanê li Xelîfanê bi kemînekê, şervanên leheng şehîd xistin. Ev yek jî dilopa dawî bû. Dijminatiyek ji dijminê esil zêdetir dike. Bi derdê desthilata xwe xurt û fireh bikin her tişt danîn kêlekê. Gelo cuda çi lazim e?
Gerîla bi berxwedana xwe bi rola pêşengtiyê radibin. Ew bi taktîkên nûjên ên gerîla li dijî artêşa hov li ber xwe didin û derbên mezin li dagirkeran didin. Teknîka herî nû têk dibin. Ger ev teknîk û ev çekên jehrî nebûna leşkerên bi pere yên dewletê rojekê jî nikaribûn xwe li çiyayên Kurdistanê li ser lingan bigirin. Niha dora xwedîderketin û dane bihîstina vê berxwedanê ya gel e.

Min di destpêka nivîsê de jî bal kişandibû ser. PDK tevî êrîşan, cenazeyê şehîdan jî radest nakin û mafê herî rewa yê dayikan ji wan digirin. Ev yek jî êşa dayika kûrtir dike. Dayik tevî hertiştî dest ji têkoşîna xwe bernadin û êşa xwe vediguherînin hêrsê. Ew ji hikûmeta PDK’ê tenê dixwazin ji xeta ixanetê vegerin. Lê ew çalakiya li Sêmalka wê ji bo zextê li dagirkeran bikin têrê neke. Gelek caran gelek şexs, rêxistin û partiyan bang kirin lê, guherînên pewîst hîn çênebûne.

Bersiv di nav berxwedanê de ye

Heya ku zext zêde nebin û êrişkar û dagirker li tevahî cihanê teşîr nebin ew ê dawiya kiryarên PDK’ê û dewleta Tirk jî derengtir bikeve. Erê min pirsîbû heya kengî.. bersiva vê pirsê li cem her kesê veşartî ye. Çiqasî hêrsa li dijî wan kiryaran bilind bibe û çiqasî dengê gel û dayikan bilind bibe ewqasî jî wê ev dem nêz bibe.
Bersiva ku me nivîsa xwe pê destpê kir jî ewqas nêz e. Bersiv di nava dengê dayikan de ye. Di nava hêrsa gelê kurd, di nava berxwedana bêhempa ya gerîla û axa Kurdistanê ku bi xwîna şehîdan hat avdan de ye.