Rojnameya Heftane

Dema dîrok wan vebibêje…

Di dem û çaxên cuda yên dîroka kurd de, li ser vê erdnîgariya dewlemend ku hafizeyek mezin a civakî, çandî û siyasî pêk tîne, jinên kurd bi awayekî karîne rê ji xwe re nîşan bikin û bandora xwe li vê çand û hafizeya dewlemend, baweriyên heyî bikin. Bi qasî ku karîne di qadên din de xwedî gotin bin, di qadên dîn, medrese û baweriyan de jî kêm nemane, belkî li gor çaxa ku tê de bûne bandorek wan a erênî jî zêde bûye.

Dema ku mirov şert û mercên rojhilatê Kurdistanê, rewşa civaka kurd ji hêla civakî û çandî, bi vê re girêdayî rewşên taybet ku her tim di nav de bûn bigire ber çav; çi jiyana wan a gundewarî û bajarî be, di civaka kurd de her tim jinên zana, bîrewer, cengawer, pêşeng û rêber derketine pêş. Jixwe gelek caran, ger bend û kelem hebûbin jî, vê rewşê nekariye rê li ber heqîqet û hebûna wê bigire û jinên kurd bi awayekî karîne heqîqeta ku hebûna wan pêk tîne bidin vegotin. Li gor çaxên jiyane rol û bandorek wan a berbiçav hebûye. Ji bo wê ye ku bi sedsalan jî bi ser de derbas bûbe, ger li ser rastiya wê hatibe nixumandin jî, wê dîsa kariye vê rûpûşê bide alî…

Ji bo wê, girîng e mirov qala jina bi navê Hefse Kurdiye bike ku di qurna duyemîn hecrî de jiyaye. Ew heya nîvê qurna sedsala duyem jiyaye. Û ji ber gotinên xwe wê bê nasîn, her wiha wê pişta xwe bide berjewendiyên dinyewî, bi vî rengî jî digihe “dilekî pak” û hebûneke ku wê dipa. Ew di rêya baweriya xwe de dijî û jiyana xwe di vê oxirê de dibexşîne. Jixwe di mijara sofîtî û dîn de bi nav û deng bû.

Fatime Xanima Goranî (873-794): Ev jina kurd jî di qurna 9’emîn a hicrî de jiyaye. Wek Fatime bin Bedir bin El- Cemal Goranî jî dihat nasîn. Ew jineke zanyar a kurd, mamoste bû, hedîs dixwend.

Pergala ku hebûna jinan ji nedîtî ve dihat, carnan jî navên wan jinan li rex navê bav û birayên wan rêz dikirin; li şûna ser berhem û xebatên wan raweste, bi awayekî diket nav hewildana serpêçana vê rastiyê. Lê dîsa jî nekarîne bandora wan a li ser civakê ji nedîtî bên, kêm û nebes be jî, behsa wan nekin. Lê belê pênivîsa bi sihr a jinê û hewldana derxistina rastiya wê ya dîrokî –bi agahî û zanyariyên pir kêm- kariye bi awayekî rê li ber  ji nû ve destgirtina vê heqîqetê veke.

Ji bo wê, girîng e mirov behsa Ayşe Tûrcanî bike ku di sedsala 14’an a hicrî de jiyaye. Ew jinek zanyar û mîstîk a kurd bûye, heya nîveka pêşîn a sedsala 14’an jiyaye. Wê hebûna bavê xwe û derfetên heyî bi awayekî herî baş bi kar aniye û ji hemû zanistên hevbeş ên wê demê sûd wergirtiye.

Li gor hin agahiyan ew ji gundê Qizilcî yê bi ser Pencewînê tê dinyayê û ji bo ilm û agahiyê tê rojhilatê Kurdistanê. Lê guman heye ku ji rojhilatê Kurdistanê, Banê be jî. Ji ber ku li wir jiyaye.

Helbet a girîng bandora wê demê daye avakirin û rola wê ye… Ayşe Tûrcanî wê destûra perwerdeyê bigirta û ji wir û şûn de jî, heya dawiya jiyana xwe, xwe li ber perwerde û pêşxistina neslê ciwan ê ji malbata xwe bida. Ew jineke bixîret bû. Ji ber bi kêrî xwe dihat, xwedî hiş û ferasetek dewlemend, bîreke bi hêz û zanyariyek mezin bû, pir kêm kesan kariye bi wê re bikevin nav nîqaşên zanistî û dînî. Heta birayên wê, Mela Hesen û Mela Hisên Qizilcî ku her du jî zanyar û mamosteyên hêja yên dema xwe bûne, Ayşe di mijara feraset û jêhatîbûnê de bi ser xwe de dizanîn.

Wek em di van mînakan de jî dibînin jinên kurd di qadên mîstîk û dînî de jî, di nav civakê de bi bandor û kêrhatî bûne. Tu caran kêm nemane, belkî ziman û şêweya xwe pênasekirina di nav civakê de her tim bi awayekî dîtine, pêk anîne.

Helbet girîng e li vir mirov behsa Fexrolnesa Şehde Dînewerî bike: Fexrolnesa Şehde Dînewerî di qurna 11’an a Mîladî de, li bajarê Dînewera rojhilatê Kurdistanê tê dinyayê. Babê wê Ebûnesr Ehmed Bin Elfecr el-Dînewerî ye, eleqeyek wî mezin a ji ilm û hedîsan re hebû û li ber destê gelek mamosteyan perwerde dibîne. Ew li gor kevneşopiyê li ser perwerdeya keça xwe radiweste û wê perwerde dike. Ji bo wê jî keça xwe danî ber destê hin mamosteyên bi nav û deng da ku di zanistê de bi pêş bikeve. Fexrolnesa wê li Bexdayê û di bin çavdêriya hin mamosteyên wek Teryad bin Mohemmed Elzeybinî, Ebn Telhê Elnelî, Ehmed bin Ebdulqadir bin Yusif û hwd. deperwerdeya hedîsan bidîta. Li gel hedîsan jî vê fêrî şaxên din ên agahî û zanistên wê demê biba.

Wê demê jinan nedikarî li derve perwerde bidîta, ji bo wê jî hejmarek kêm a jinan be jî di mal de, an jî derveyê sînorên malbatê û di ber destê mamoste û aliman dikarîn di hin qadên cuda de perwerde bibînin û xwe bi pêş bixînin. Ew ê Fexrolnesa Dînewerî jî di zanista hedîsan de perwerdeyek baş bidîta.

Gelek kesên ku ji bo dersxwendinê ji cihên dûr dihatin, dema ji bo pola wê dihatin pejirandin, ew wek nîşaneya şanaziyê dihat pejirandin. Hejmarek zanyarên bi nav û deng ku destûra vegotina hedîsan ji wê werdigirtin, hebûn.

Fexrolnesa Dînewerî li gel hedîsan, di mijarên wek dîrok, zimanzanî û wêjeyê de jî xwedî agahî bû û di van mijaran de diaxivî. Ew ji hêla hunera xweşnivîsiyê de jî jêhatî û yek ji mamosteyên wê hunerê bû. Jixwe ji ber vê jêhatîbûna xwe, wê bi navê Fexrolnesa (şanaziya jinan) gazî bikirana. Ew ê li kêleka çemê Dîcleyê ciheke mezin a perwerdeyê ava bike û wê derê veguherîne qadek kombûna xwendekaran ku bikaribin dersên wê bişopînin; jixwe hemû mesrefên wê derê ji aliyê wê ve dihatin dayîn.

Nayê zanîn ka Fexrolnesa Dînewerî di çi salê de çûye Bexdayê, lê li gor agahiyên heyî ew ji bo zanyarî û perwerdeya di qadên cuda de diçe wir… Ew di sala 1112’yan de, di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Merasima cenaze li zanîngeha Elqesr a Bexdadê tê lidarxistin û bi hezaran kes, her wiha gel û zanyar, xwendekar û rayedarên dewletê beşdar dibin.

Ger dîrok heqîqeta jinê, rastiya ku ew pê rabûye vebêje û hebûna ku xwe li ser van nirxan ava kiriye bi rûpoşê nepêçe, ev rastî di nav rûpelên dîrokê de neyên nixumandin, em ê bibînin ku gelek jinên kurd ku dîroka xwe, xwe bi xwe nivîsandine, hebûne û hene.