24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema navê jinê tê guhê we gelo çi tê hişê we?

Xecê Rêdûr

Wateya destpêkê ya çerxa bîstî ji têgeha “xwendewariyê” li gor UNESCO’yê ew bû ku kesek dema “xwenda” dihate hesibandin, diviya bû xwendin û nivîsandin bi zimanê dayîkê bûya. Pêdivî bi zimanê dayikê hebû.

Gelo dayik ew kes e ku bi navê dayikê zaroka xwe perwerde dike yan jî ew kes e di malê de ji sibê heya êvarî bi xemilandinê mijûl dibe û rojên xwe derbas dike?

An dayikek asîmîlebûyî û xwedî zarokên asîmîlebûyî ye?

An jî ew kes e ku bi perwerdeya dîrok, ziman, çand û hunerê radigihîne?

Eger wî karî nake, gelo ji xêncî wê tu tiştên din pêşkêşî zaroka xwe dike?

Ji bo ku her dayik û jineke kurd di mala xwe de rê li pêş asîmîlasyonê bigire, pêwîst nake ew di mala xwe de bibe mamoste. Her çiqas erka dayikbûnê li ser jinekê ye, divê erka mamostetiyê jî wisa bê dîtin. Dema em bibêjin mala xwe bikin dibistana yekem, ne pêwîst e dayikên me di wê dibistanê de bibin pirtûkxane.

Ez li her derê vê gotina xwe dibêjim. Ji bo ez xwe bi başî û hêsanî bi malbatan bidim fêmkirin, divê ez li ser hîmekî xurt pêş bikevim.  Gava tu bixwazî xaniyekî ava bikî, hîm û koka wî ne pir xurt be jî ne girîng e. Lê divê teqez ji bo hîmekî xurt ê civakê dayik û bavekî jêhatî ji zarokan re pêwîst e.

Her wiha dema tişta ku li pêş hînkirina zarokan a zimanê zikmakî dibe asteng, divê li ber çavan bê girtin. Ger ku ev astengî li ber çav neyê girtin pêşketin çênabe. Ji ber vê yekê dema perwerde tê kirin pêwîst e bi rêya huner, xweza û lîstikan bi zarokan bê şêrînkirin û hezkirin. Divê zarok ji perwerdeyê aciz nebin. Kêfa zarokan jê re bê û bikenin. Divê li gorî cîhana zarokan a rengîn perwerde bê dayîn. Divê zarok tê bigihêjin û di nava mejiyê wî/wê de cihê xwe bigire. Hînkirin, divê bi rêya komedî û lîstikan bê dayîn. Heta ku pêwîstî hebe, bibin lîstikvanên zarokên xwe. Hûn dikarin li mala xwe li gorî derfetên xwe ji zarokên xwe re bibin şanogerên herî jêhatî. Helbet zarok ajalhez û xwezahez in. Hûn dikarin bi rêya zimanê zarok, ajal û xwezayê jî zarokan perwerde bikin. Hûn dikarin ji wan re bibin destpêkekî herî baş. Divê hûn ruh û derûniya wan newestînin. Ew hêz û rizgariya me ne. Ger dema ew hêj zarok in hûn wan bidin têgihiştin, piştî ku mezin bûn, dê bi xwe li dû tiştên din de herin.

Pêwîst nake dîwarê bêhîm ava bikin.  Mêjiyê ku hatibe asmîlekirin êdî ew mêjî nayê paqijkirin. Ew mêjî bi dîwarê bêhîm û kok jî nayê avakirin.

Ev bi xwe rastiyek e. Heta niha me bi vî awayî temenek bihurand. Hê jî çand, huner,dîrok û zimanê me ji me re xerîb e. Gelo em pir dereng mane? Divê em wê tirajediyê dubare nekin.

Çima em miletê xwe bi destê xwe binax dikin. Çi xweşiya vê yekê heye? Dubare wê trajediyê di zarokên xwe de dest pê dikin. Ev kuştina miletekî ya herî mezin e. Dema zimanê miletekî mir, êdî hewce nake tiştekî din bê kirin. Dema zimanê milletekî hat kuştin, êdî tişta ku bê kirin çalkirina (definkirin) wî milletî ye.

Kengî me ji kokê de dest pê kir, wê deme dê nirxê zanista me hebe. Ji bo vê yekê jî helbet divê çavekî me ji bo dîtinê û guhekî me jî ji bo bihîstinê li ser wan be. Divê kesên ku ji bo zindîkirinê li ser piyan mane, em berhem û hafizaya wan ji bo zarokên xwe bi kar bînin.

Divê ev yek bi rêya hezkirin, evîn, exlaqê dirust û terbiyebûyî bê kirin. Heger trajedî û zehmetiyên jiyanê bibin sedem û hûn di perwerdeya zarokên xwe de sistiyê bikin, wê deme bêguman hûn dê her tim di şerê man û nemana miletekî de asê bimînin.

Bi kurtasî erka li ser milê dayikê hate vegotin. Lê li aliyê din bav jî di wê erka xwe de ji bo maf, azadî û aramiya zarokan xwedî xwe berpirsyar in. Zimanê zarokan mafê wan e, wan ji mafê wan mehrûm nekin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê