19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demê berê batoz hebûn

Heta 20 sal berê di van mehan de bênder dihatin hûrkirin. Lê niha bi pêşketina teknolojiyê bênder û karê patozan bûye dîrok.

Patoz amûra ku pûş û kewşê ceh, genim, nîsk, nok û pincarên din dihêre û dike ka. Berê cercere/gêre hebûn. Cotkar û rênçberan piştî paletiya genim, ceh û nîskan berhemên xwe tevî pûş û kelaşên wan ji nava zeviyan kom dikir û li pêşiya gund an jî pişt gund bendêr çêdikirin. Pûş û kewş çend rojan li ber tavê di bênderê de diman. Piştî çend rojan cercere/gêre davêtin pişt hesp û keran û bênder hûr dikirin. Pûş û kewş dikirin ka.
Lê her ku teknolojî pêş ket, kar hêsan bû, karê mehekê daket hefteyekî û niha karê mehekê di rojekê de tê kirin. Piştî karê cercerê/gêreyê û patozê, niha bîçer hemû karan bi hev re dikin. Hem diçinin, hem dihêrin û hem jî kayê dixin romork-qaseyan û li kadînê vala dikin. Hemû karên berê bi zibare û tifaqê dihatin kirin. Lê piştî teknolojî pêş ket, hevkarî, tevkarî û parvekirin jî qut bû. Betalî pêş ket.

Patoz di dawiya sedsala 20’î de pêş ket. Li her gundekî dewsa bênderan hebû. Hemû gundiyan di demsala havînê de piştî paletiya ceh, genim û nîskan dikirin, berhemên xwe yên diçinîn li şûna bênderan kom dikirin. Bênder çêdikirin. Piştre hemû ciwanên gund bi hev re bi awayekî tifaq û zibareyê bênder bi patozê hûr dikirin. Bi tifaqî ka dikişandin kadînan. Ji ber kar di demsala havînan de dihat kirin, betir karên hûrkirina bênderan û karê patozê, di saetên êvar, şev û sibehan de dihat kirin. Hemû ciwan li hev kom dibûn û rojê bêndera malekê diavêtin patozê. Rojê kaya malbatekê dikişandin kadînê. Rojê cêza nîsk û genimê malekê dikişandin, risl/depoyê. Bi hevr e stran digotin. Bi hev re xwarin dixwarin. Bi hev re kar dikirin. Her karek zimanek û çandek bû.

Di wê kelekela havînê de paletî zehmet bû, lê axir debara jiyanê bi xwe bû. Patozên ku salê sê demsalan radizan, zeng digirtin, di mehên havînê de dibûn pizotên hesinî. Şev û roj gurmegurm bi wan diket, maliyan bi jinezaran ve serdana patozan dikirin. Patozên rengo rengo wekî xewnekê di berê de man.

Her karek hevkarî û şahiyek bû. Her karek parvekirin û hezkirinek bû. Kedek mezin dixwest. Lê jiyanek komîn û hevpar bû. Niha teknolojî pêş ketiye. Her tişt hêsantir bûye, lê cîran ji cîran, mirov ji mirov dûr ketiye. Mirov ji çand, ziman, ked û hilberînê dûr ketiye.

Navenda Nûçeyan