24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demên qeyranê: Serkeftin an jî binketin

Zinar Ronî

Qeyran yek ji teoriya vegotina pêşketina xweza û civakê ye. Li gorî vê teoriyê pêşketinên pergalî û avahîsaziyê di encama derketina qeyranê de çêdibin. Ango ji bo guhertineke mezin û domdar pêk were pêdivî bi qeyranê tê dîtin. Her sazî û pêkhate piştî demekê dikeve nav qeyranê û diguhere/vediguhere.

Peyva beramberî qeyranê ‘kaos’ e. Ev peyv ji zimanê yewnanî derbasî zimanên din ên Hînt-Ewropî bûye. Tê wateya ‘rewşa berî pergalbûnê, rewşa berî hebûna gerdûnê, valahî’. Her wiha di wateya dijberî hişkbûnê de wekî ‘herikbarî, av, behr’ jî tê bikaranîn. Dema mirov peyvê digire dest hema bêje di hemû wateyan de dijberiiya pergalbûne heye. Ango rewşeke ku bi dest nayê girtin, rewşeke ku bi teşeyê wê nikare were tarîfkirin, nikare were vegotin heye. Lewma carinan di demê qeyranan de ji ber karaktera kaosê ne pêkan e rewş bi tevahî were fêmkirin. Jixwe heke rewş bi tevahî were ravekirin, tê wê wateyê ku rewş bi pergal e. Hewceyî bi nirxandineke cuda tune ye.

Pirdengiya qeyranan

Ev demên ku em tê re derbas dibin jî mirov dikare wekî rewşa qeyranê binirxîne. Lê ev qeyran piralî ye. Aborî, siyaset, civak, huner… di nav qeyranê de ye. Tiştek wekî berê nameşe. Stratejî û bernameyên siyasî ji demê re nabin bersiv. Li her derê şer heye. Li her derê tevlîhevî heye. Ji ber rewşa qeyranê nirxandinên ku îro tên kirin piştî kêliyeke din vala derdikevin. Taybetiya kêliyên qeyranê ew e ku texmînkirina geşedanan û pêşbîniya bûyeran zehmet e. Ji bo dahûrandina pêşketinan pêdivî bi agahiyeke berfireh û zanîna karakterên hêmanan heye. Lazim e her hêmaneke aliyê bûyerê xurt were naskirin. Di qeyranê de îhtîmala hamleyên werin kirin gelek in. Heke di rewşên asayî de ew îhtîmal sê bin, di demên qeyranê de dibin neh, dibin bîst û heft… Lê îhtîmal çiqas zêde bin jî di encamê de yek hamle bi ser dikeve. Ji bo rewş were fêmkirin bi mînakekê zelal bikim. Çar gogên rengê şîn, zer, sor û kesk bigirin dest. Yek şîn, pênc zer, deh sor û heştê û çar heb jî kesk, bi tevahî sed heb gogê me hebin. Di rewşên asayî de cihê her gogê diyar e û mirov kîjanê bixwaze radihije wê. Lê di demên qeyranê de cihê van gogan ne diyar e. Hemû li nav hev dikevin. Wekî di torbeyekî de bin em bifikirin. Dema mirov bixwaze gogekê rahije gelek îhtîmal derdikevin holê. Îhtîmala herî mezin ya rengê kesk e: Ji sedî heştê û çar. Yanî bi qasî hejmara gogan îhtîmala derketina rengan heye. Dema mirov dinêre îhtîmala herî biçûk ya rengê şîn dixuyê. Lê rastiyeke wiha heye: Dema me destê xwe avêt torbey^^e û rahişte gogekê îtîmala hemûyan dibe wekhev. Yanî ji çar rengan yek dê derbikeve. Şensê her çar gogan jî heye. Dibe ku ya pêşî ya şîn derbikeve. Ji derve dema mirov dinêre zehmet dixuye ku ya şîn derkeve. Lê qet nediyar e kîjan derbikeve. Li gel ku şensê herî kêm ya goga şîn e, dîsa jî di goga pêşî de dibe ku ya şîn derbikeve.

Dualîbûna encamên qeyranan

Demên qeyranê jî wiha ne. Îhtîmal heye ku hemû alî bi ser bikevin. Lê di navbera mînaka torbeyên gogê û qeyranên pergalên civakî de cudahî heye. Mirov nikare îhtîmala derketina gogan biguhere lê dikare îhtîmala serkeftina aliyên qeyranên civakî biguhere. Dema te destê xwe xist nav torbe tu nizanî kîjan gog dê were destê te. Ji ber ku reng û şêweyên gogan wekî hev in, tu nikarî bi zanebûn gogekê hilbijêrî. Hemû girêdayî şensê te ye. Lê di qeyranên civakî de rewş diguhere. Ji ber ku derfetê nirxandin û dahûrandina hêz û aliyên qeyranê heye, derfeta guhertina rewşê jî heye.

Kaos û îhtîmalên serkeftinê

Ji ber xisletê kaosê îhtîmala serkeftina hemû aliyan heye. Ji bo serkeftinê hinek xalên ku li ser wan were rawestandin hene. Di kêliyên kaosê de xala yekemîn pênasekirina qeyranê ye. Xala duyemîn jî avakirina rêveberiyeke li gorî pênasekirina qeyranê ye. Berî her tiştî divê were zanîn ku bi hewldan û tevgerên demên asayî kêliyên kaosê nikarin werin birêvebirin û îdarekirin. Heke tevgerek dixwaze di kêliyên qeyranê de bi ser bikeve divê rêveberiyeke li gorî kêliyên kaosê ava bike. Ango divê rêveberî û rêbertiya kaosê hebe. Li gorî berfirehî û kûrahiya kaosê rêveberiyek were avakirin. Ji bo wê jî di serî de divê karakterê kaosê were zanîn. Yanî gelo qeyrana tê re derbas dibin di çi qadê de derketiye holê û ji ber çi derketiye holê? Mesela heke di qada aboriyê de qeyran hebe û tu rabî rêveberiyeke ku ji sîyasetê fam dikî ji bo vê qeyranê berpirsyar bikî di serî de wenda dikî. An jî kesên di karê leşkerî de serkeftî bin bînî ser rêveberiya kaosa siyasetê nikarî encameke xurt bigirî.

Şayesandina hêzdariyê

Xala sêyemîn naskirina aliyên qeyranê ye. Di nava qeyranê de kîjan hêz û tevger cih digirin? Pêşniyariyên çareserkirina qeyranê ya van hêz û tevgeran kîjan e? Kîjan hêz nêzî bernameya te ye, kîjan hêz dijberî çareseriya te ye? Derfetên van hêz û tevgeran çi ne? Kîjan hêz û tevger ji kîjan aliyî ve xurt e? Divê bersiva van pirsan di dest rêveberiyê de hebe. Mesele tenê naskirina xwe an jî tenê naskirina aliyên dijberî xwe nîne. Divê di heman demê de bi qeweta xwe jî bizanîbî. Qeweta te têra çiqas tevgerê an jî pêngavê dike? Bi qeweta xwe dikarî di destpêkê de çi, çiqasî biguherînî? Tespîtkirina van xalan gelekî girîng e.

Pêşbîniya siberojê pêwîst e

Xala çarem texmînkirina pêşerojê ye. Gelek tevger li gel ku gelekî xurt in jî ber bi dawiya qeyranê derfetên serkeftinê wenda dikin. Ev handîkapa herî mezin a tevgerên demokratîk û azadîxwaz e. Di dîroka şaristaniya dewletî de em dibînin ku hertim li hemberî zordariyê, gelan, baweriyan, tevgerên azadîxwaz serî hildane. Di encamê de zordar têk birine lê ne bi demeke kin dîsa zordarên din mezin bûne. An jî zordaran dest danîne ser serkeftinan. Gelo çima wisa dibe? Bêguman gelek sedemên vê rewşê hene. Lê di serketina qeyranê de yek ji xalê herî girîng parastina hêz û pêşbîniyeke xurt a ber bi dawiya qeyranê ve ye. Di demên qeyranê de hemû hêz dixwazin bi ser bikevin. Bi taybetî hêza serdest a ku rêvebirin di destê wê de ye ji bo ku ji rêveberiyê nekeve hemû hêza xwe bi kar tîne. Mesela di holdîngekê de rêveberî ji bo ji kar neyê girtin, dê serî li hemû rê û rêbazan bide ji bo bi ser bikeve. An jî desthilatek ji bo ku dîsa li desthilatê bimîne dê hemû hêza xwe li hemberî muxalefetê bi kar bîne. Û her bixwaze rewşê li gorî xwe bide nîşandan. Ev hêz digihije asteke wisa ku texrîbateke mezin li ser hêzên muxalîf çêdike. Tam di wê kêliya ku desthilat li ber hilweşînê ye de şert û merc gelek zehmet dibin. Desthilat di kêliya xwe ya dawî de xwe ji her demê bêtir bihêztir dide nîşandan. Piştî ku desthilat hildiweşe vê carê valahiyeke mezin derdikeve holê. Ev valahî piranî ji aliyê hêzên ku ne di hesab de ne tê tijekirin. Çima? Ji ber ku hêzên dijberî desthilatê qeweta xwe hemûyî berî hilweşandina desthilatê bi kar tînin. Hemû amadekariyên wan li gorî dema qeyranê ne. Vê carê dema desthilat hildiweşe amadekariya piştî hilweşînê ji ber ku tune ye yan pêdivî bi hin aliyên din dibîne yan jî hin aliyên din dikevin cihê desthilata hilweşiyayî. Di encamê de ewqas bedelên ku hatine dayîn yan vala diçe yan jî encam ne li gorî destpêkê dibe. Lewma pêşbînî û amadekariya ji bo piştî qeyranê gelek girîng e. Çi dibe bila bibe divê hêz û bernameya piştî qeyranê were hesapkirin.

Hevkêşeya pêvajoya qeyranan

Xala şeşem hevsengî û hevtemamkirina di navbera sazî û qadan de ye. Di demên qeyranê de valahî û belavbûn heye. Hêzên dijber bi çi awayî û ji ku derê ve êrîş bike zêde ne diyar e. Ji ber îhtîmala têkçûnê bi her awayî dikare tevbigere. Di vir de ji bo pêngav û operesyonên hêza dijber vala werin derxistin pêdivî bi hevtemamkirin û hevsengiya sazî û qadan heye. Hemû kes lîstika kişikê dizane. Kişik lîstikeke şer e. Tê de gelek hamle hene. Balkêş e di vê lîstikê de şazdeh kevir hene. Lê heşt kevir wekî hev û yên din jî cuda ne. Her cure kevir bi şêweyekî tevdigere. Ji bo di lîstikê de bi ser bikevî divê ev kevir li gel peywira xwe ya taybet bikaribin yên din jî biparêzin. Ango kevirek divê bi tenê nemîne û yên din palpiştiya wî bikin. Çiqas kevir bi gelek şêweyî dikaribin palpiştiya hev bikin ewqas derfeta têkbirina lîstikvanê hember heye. Di demên qeyranê de jî ji bo tevgerên civakî rewş bi heman rengî ye. Dibe ku carinan hinek sazî zirar bibînin. Hinek sazî zehmetî bikişînin. Lê ji bo serkeftineke giştî divê parastina saziyên din bike û saziyên din temam bike. Koordînasyona di navbera sazî û qadan de ji bo serkeftinê jiyanî ye.

Divê hiş zelal be

Xala heftemîn zelaliya hişmendî ye. Divê tevgera ku dixwaze bi ser bikeve di bername û rêgezan de zelal be. Di nav ewqas gengeşî û xirecirê de ji bo armanc wenda nebe pêwîst e xetên hişmendiyê xurt û zelal bin. Ji gotinên tevlihev û dirêj zedetir sloganên kin û rêgezên zelal pêwîst in. Di hişmendî de xwestek divê zelal be. Stratejî û taktîkên tevgerê jî divê li gorî vê hişmendiyê bixebitin. Têgehên werin bikaranîn jî lazim e têgehên girêdayî paradîgmaya wê tevgerê bin. Mesela dema rêberê gelê kurd dest bi paraznameyên xwe kir di serî de naveroka têgehan zelal kir. Di heman demê de têgehên girêdayî paradîgmaya xwe zelal kirin. Bi têgeh û sloganan divê li her derê rengê wê tevgerê xwe diyar bike. Di nav hezaran dewsan de dewsa tevgerê diyar bibe. Mesela dema axaftinek hate kirin an jî çalakiyek hate kirin were zanîn ka ew ya kîjan tevgerê ye.
Demên qeyranê bi qasî îhtîmala serkeftinê ewqasî îhtîmala binketinê jî di nava xwede dihewîne. Wekî me di mînaka gogan de diyar kir şensê her gogê heye ku ji torbe derbikeve. Îcar di mijara qeyrana civakî de jî heman îhtîmal heye. Lê çawa ku hejmara gogan zêde bibe ewqas îhtîmala wan ya ji derketina torbe zêde dibe, çiqasî tevgerên civakî bi awayekî piralî xwe rêxistin bikin ewqasî îhtîmala serkeftinê jî zêde ye. Qeyran nepenî ye, nediyarî ye, bêpergalî ye. Ji bo di nav de wenda nebî divê hewl bidî ku pergalê ava bikî. Qeyran bi avakirina pergalê ji holê radibe. Dema em vê dibêjin nayê wê wateyê ku qeyran bi yek carê ji holê radibe. Nexêr. Qeyran bi avakirina saziyên nû, bi çareserkirina pirsgirêkan ji holê radibe. Tu çiqasî pirsgirêkan çareser bikî, çiqas saziyên alternatîf birêxistin bikî ewqasî qeyranê biencam dikî.

Armanc bêperoşkirin e

Xala heştemîn moral e. Ancax bi coş û peroşeke xurt dikare ji qeyranê encam were girtin. Hêzên dijber bi taybetî yên desthilatê di destê xwe de digirin ji bo ku baweriya têkoşeran bişkînin êrîşê nirxên mîna peroş û wijdanê dikin. Texrîbat li ser nirxên peroş(moral)ê çêdikin. Wisa dikin ku têkoşer bikevin fikra ‘êdî tu wateya serkeftinê tune ye, em nikarin wan têk bibin’. Bes divê her kêlî bawer be ku serkeftin ji kêliyek berê nêztir e. Lewma çalakiyên ku têkoşer moral jê bigirin divê di her şert û mercê de bê lidarxistin. Ne ji bo ku bi gotinên vala têkoşer werin xapandin an jî propagandayeke pûç were kirin. Bi rastî ji bo ku têkoşer hevdu hîs bikin. Hestên wan xurt bibin û nekevin valahiyê.
Heke tevgerek li ser van xalan raweste dikare ji qeyranê bi serkeftin derkeve. Bes heke baldar nebe çiqas xurt be jî îhtîmala ku wenda bike û belav bibe heye. Heke dixwazî bi ser bikevî wê gavê bixwaze ku qeyran kûrtir bibe…