spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demhilatdarî

Vedat Ataş

Mirovahiyê veguherînên xwe yên herî lezgîn di serdema dawî de pêk aniye. Di demeke kurt de jiyana xwe ji binî heta serî nû kiriye. Jiyan, veguherîn û mirovahî; pirsa herî kevn ango hebûn û tunebûnê ji me re dike diyarî. Her çiqas Decart gotibe “difikirim wê demê ez heme” jî ev bersiv bi xwe re deriyên lêpirsînên bingehtir ji me re vedike. Mînak, berî ku em nedifikirîn çi diqewimî? Jiyan çawa bû? Em ji ku derê hatin? Her tişt çawa çêbû? Her kes di jiyana xwe de herî kêm carekê nêzî van pirsan veniştiye û bi bersivên rengorengo dengê xwe gihandiye nifşên nû. Ev kar ji bo hin pergalan sermiyanekî ava dike. Îro em dikarin bêjin ku du beş berpirsiyartiya vê dozê dike. Ol û zanistî. Li gorî hemû olan nav cuda bin jî xwedayekî newaze destpêkê xwe paşê jî feza, gerdûn û hemû zindiyan afirandiye. Ji aliyê din zanist bersiveke cuda dide. Ez ê bi zanebûnî li ser zanistiyê bisekinim. Bi vî awayî wê dilê guhdarvan an jî xwendevanan ji mejiyê wan hindiktir bişkê.

Lêkolînên fîzîkê teoriyeke bi navlêdana Bîg Bangê ji dara jînê weşandiye. Li gorî vê teoriyê jî nêzîkî 13-14 milyar sal berê bi vê teqîna me ya navdar; feza, hêz, dem û hin element derketine holê. Di fezayê de bi derbasbûna demê ve ji hêz û elementan hin avahiyên mezin û tevlîhevtir yên bi navê molekul çêbûne. Ev jî dikeve beşa kîmyayê. Di vê navberê de teqîn bi awayekî ji ya destpêkê biçûktir didomin. Bi vî awayî stêrk û gerstêrk çêdibin û li ser gerstêrka me bi tekiliya molekulan jî organîzma çêbûn. Beşa bîyolojiyê organîzma û jiyanê bi me dide fahmkirin. Jiyana mirovahiyê jî bi saya dîrokê digihêje me.

Dîrok bi sê şoreşên mezin tê ber me. Nêzîkî 70 hezar sal berê bi bersivên pirsên mirovan çandek derket holê. Girêdayî vê çandê jî hin alav hatin peydakirin. Ev wekî şoreşa pevnasîn dikare bê binavkirin. Bi destpêkirina bikaranîna van alavan jî 12 hezar sal berê şoreşa çandiniyê dest pê kir. 5 hezar sal berê jî bi destpêkirina nivîsa bi rêxistinî şoreşa zanistiyê rêvebirina civakê mîsoger kir.

Her çiqas Samuel Noah Kramer gotibe jî “dîrok bi sumeran dest pê dike”, pêşî em ji bo lêkolînên wî spasiyên xwe lê dikin; paşê jî em dikarin bêjin ku dîrok berî sumeran dest pê dike. Ji ber ku mirov yan jî yên ku pir dişibin mirovan heta berî niha 2.5 milyon sal berê jî hebûn. Em dikarin bêjin nîv milyon sal mîna ajalan maye. Pêşketinên mezin pêk neaniye. Lê belê 1.7 milyon sal berê hûn li botanê bigeriyana we yê dîmenên nas bidîtana. Ji zarokên digirîn bigirin heta kal û pîrên bi ciwanan dixeyîdin hemû jî hebûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê